Komeke çeteyan ku xwe di nava sivîlên rizgarkirî de veşartibû, hate girtin

Komeke çeteyan ku xwe di nava sivîlên ku ji cihên xwe koçî herêmên rizgarkirî kiribû de veşartibûn, ji hêla QSD’ê ve hate girtin.

Komeke çeteyan ku xwe di nava sivîlên rizgarkirî de veşartibû, hate girtin
Komeke çeteyan ku xwe di nava sivîlên rizgarkirî de veşartibû, hate girtin
28 ÇILE, 2019   08:53

DÊRAZOR

Pêla koçberiyê ber bi herêmên rizgarkirî ve dewam dike. QSD korîdorên ewle vedike da ku sivîlan ji çeteyên DAIŞ`ê ku wan wek mertalên zindî bi kar tînin, rizgar bikin.

Duh bi rizgarkirina bi hezaran sivîlan û gihandina herêmên rizgarkirî re ji aliyê QSD`ê ve, komeke çeteyan hewl da di nava sivîlan de birevin, piştî ku bidawîbûna DAIŞ`ê li herêmê hatiye, lê aliyên ewlekariya giştî ya QSD`ê ew eşkere kirin û girtin.

Fermandarên leşkerî ji nûçegihanên me re diyar kir ku wê komê hewl da di nava sivîlan de xwe veşêrin û birevin da ku careke din tevliheviyê li herêmên ewle derxin û sivîl û cihên QSD`ê hedef bigirin û destnîşan kir ku ew kom ji hemû nasnameyan hebûn ji Iraq û nasnameyên Ewropa û Sûriyê.

Nûçegihanê ajansa me ku pêngava Şerê Tunekirina Terorê dişopîne, destnîşan kir ku 2 çeteyên ku hatin girtin, yek ji wan di dîwana aboriyê ya DAIŞ`ê de dixebitî û yê din azanê bang dike û dersên olî dida.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku QSD`ê di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de dor li çeteyên DAIŞ`ê teng kiriye, li herêmên Baxoz Foqanî û gundê El-Merşade li başûrê gundê El-Sûsê yê rojhilatê Hecînê şerekî giran diqewime. Li wir pêla koçberiyê ber bi herêmên rizgarkirî ve didome, herî dawî zêdetirî 2 hezar sivîl hatin rizgarkirin.

(jo)

ANHA