Ji ber binpêkirinên dagirkeran nikarin vegerin

Rewşa malbata Mihemed Hisên mîna rewşa bi hezaran gelê Sûriyê ye  ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve reviyane û ji ber binpêkirinên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji kuştin, revandin û talankirinê nikarin vegerin warên xwe.

Ji ber binpêkirinên dagirkeran nikarin vegerin
Ji ber binpêkirinên dagirkeran nikarin vegerin
Ji ber binpêkirinên dagirkeran nikarin vegerin
Ji ber binpêkirinên dagirkeran nikarin vegerin
Ji ber binpêkirinên dagirkeran nikarin vegerin
Ji ber binpêkirinên dagirkeran nikarin vegerin
Ji ber binpêkirinên dagirkeran nikarin vegerin
Ji ber binpêkirinên dagirkeran nikarin vegerin
28 ÇILE, 2019   09:18

SELWA EBDULREHMAN - ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Di van demên dawîn de dewleta Tirk û bi rêya serokkomarê xwe Recep Tayyîp Erdogan îdia dike ku ew ê xaka Sûriyê rizgar bike û ji şêniyên wê re vegerîne. Her wiha koçberan vegerînin warên wan. Lê ji ber binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji kuştin, revandin û talankirinê piraniya koçberan bi daxuyaniyên Tirkiyê ne bawer in û dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê qebûl nakin.

Her wiha herêmên di bin serweriya çeteyên Mertalê Firatê de ne ewle ne. Tevî wê jî şênî ji ber dubarebûna senaryoya Efrînê bi tirs in.

Ji malbatên ku neçar mane koçber bibin, malbata Mihemed Hisên e. Malbat ji bajarê Babê ye ku ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin. Di destpêka aloziya Sûriyê de li Niqêrînê ya Helebê dima. Lê ji ber topbarana rejîma Sûriyê li ser bajarê Helebê, malbata Mihemed koçberî herêmên Şehbayê û herêmên gundewarên Helebê yê rojhilat dibe.

Di encama dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya herêmên Şehbayê de, malbat carek din neçar dimîne koçber bibe û li bajarokê Meskene yê ku dikeve gundewarê Helebê yê rojhilat û li wir bi cih dibe. Lê ji ber dijwarbûna şer di navbera çeteyên DAIŞ`ê û rejîma Sûriyê de Mihemed tevî endamên malbata xwe berê xwe dide bajarê Reqayê. Bi destpêkirina pêngavên rizgarkirina bajarê Reqayê re diçin Minbicê û lê bi cih dibin.

Mihemed Hisên 40 salî ye û bavê 6 zarokan e. Temenên wan di navbera 2 heya 12 saliyê de ne. Niha zêdetirî salek û nîv e li bajarê Minbicê bi cih bûye.

Mihemed di bin konekî de ku bi xwe ji qişleyan çêkiriye, li ser rêya Helebê di nav darên daristanî de dimîne. Bi rêya kon zarokên xwe ji sermaya zivistanê û germahiya havînê diparêze.

Tevî malbata Mihemed Hisên xwişka wî ya ku hevserê wê berdaye û çûye herêmên çeteyên Mertalên Firatê û kurê wê dimîne. Malbat di nav şert û mercên dijwar de ne.

Hevsera Mihemed Fatme Ezîz diyar kir ku berê di nav malên xwe de li bajarê Babê di nav ewlehiyê de bûn, heya dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî bajêr bûne. Fatme destnîşan kir ku ji ber wan ew koçber bûne û bê cih mane.

Her wiha Fatme bal kişand ser ewlehiya Minbicê û wiha got: "Em nahêlin dewleta Tirk herêmên nû ji Sûriyê dagir bike. Em ê li hember her aliyekê ku ewlehiya me tehdît dike, bisekinin. Em ê xaka xwe ji êrîşkeran heya dilopa xwîna xwe ya dawîn biparêzin."

Di dawiyê de Fatme ev tişt anî ziman: "Êdî bes e kuştin û wêrankirin, welatê me bûye qada tesfiyekirina berjewendiyên navdewletî."

(şx)

ANHA