‘Lihevkirina Edeneyê xaka Sûriyê parçe dike’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd Ezîz Ehmo diyar kir ku Lihevkirina Edeneyê li ser yekbûna xaka Sûriyê xetere ye û wiha got: “Armanca Tirkiyê ew e ku herêmên din ên Sûriyê wekî Lîwa Îskenderênê bixe nava axa xwe.”

 ‘Lihevkirina Edeneyê xaka Sûriyê parçe dike’
28 ÇILE, 2019   08:49

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Lihevkirina Edeneyê ya ku di 20`ê Cotmeha 1998`an de di navbera Tirkiye û Sûriyê de pêk hat. Endamê Partiya Çepgir a Kurd Ezîz Ehmo armanca jinûverojevkirina Lihevkirina Edeneyê nirxand.

Ezîz Ehmo di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku ji encamên wê lihevkirinê girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û radestkirina wî ji Tirkiyê re bû û ev jî bi rêya komployeke navdewletî pêk hat.

Ezîz Ehmo destnîşan kir ku piştî hewldanên Tirkiyê û planên wê di dagirkirina Bakurê Sûriyê de têk çûn, vê carê jî Lihevkirina Edeneyê anî rojevê û wiha pê de çû: “Tirkiyê qewirandina çeteyên wê li Sûriyê tehemûl nekir. Îro jî piştî ku tevahiya planên dewleta Tirk a dagirker têk çûn, hewl dide Lihevkirina Edeneyê ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê bi kar bîne.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd Ezîz Ehmo diyar kir ku Lihevkirina Edeneyê li ser yekbûna xaka Sûriyê xetere ye û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku di bendekê de hatiye gotin divê bi sînorên heyî were itîrafkirin. Bi vê yekê Tirkiye dê li ser dirêjahiya 5 km bajarên din dagir bike mîna Lîwa Îskenderûn. Armanca Erdogan herêmên din tev li axa xwe bike. Tevî herêmên li gorî lihevkirinên di navbera her du aliyan de hatine mohrkirin."

Ezîz Ehmo di berdewama gotinên xwe de wiha got: “Gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl dikin ku “herêmek ewle” ava bibe, lê ne di bin serweriya dagirkeriya Tirk de. Divê hêzên navdewletî wê herêmê biparêzin. Em “herêma ewle” ya di bin çavdêriya Tirkiyê de red dikin.”

‘Armanc parçekirina Sûriyê ye’

Ezîz Ehmo destnîşan kir ku eger lihevkirin were pêk anîn, dê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê artêşa Tirk ve rastî komkujî û koçberkirinê bê û wiha dom kir: “Rewşa Efrîn, Ezaz, Cerablus û gelek herêmên din vê yekê îspat dike.”

Ezîz Ehmo destnîşan kir ku xetereya din a lihevkirinê parçebûna xaka Sûriyê ye û wiha axivî: “Yek ji armancên dagirkeriya Tirk ji bo mîsogerkirina berjewendiyên xwe ku ew jî parçebûna xaka Sûriyê ye. Her wiha ew ji projeyên demokratîk ên şêniyên Sûriyê ditirse û li ser desthilatdariya xwe xetere dibîne. Ev lihevkirin li ser Sûriyê bi giştî, bi taybet jî li ser Bakurê Sûriyê xetere ye. Ji ber ku li gorî lihevkirinê Tirkiye dikare beşek ji xaka Sûriyê dagir bike û mudaxeleya kar û barên Sûriyê bike."

Ezîz Ehmo daxuyand ku gelê Bakurê Sûriyê çawa ku DAIŞ ji herêmê qewirand, wê nehêlin Tirkiye jî mudaxeleya Bakurê Sûriyê bike.

Ezîz Ehmo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya gelên Bakurê Sûriyê û pêkhateyan kir ku hevgirtin û yekdestiya xwe pêk bînin û projeya demokratîk xurt bikin.

(şx/bm)

ANHA