Goristana Şehîd Dîcle… warê berxwedêrên ku destan nivîsîne

Goristana Şehîd Dîcle yek ji cihên pîroz ji bo gelê Sûriyê û Kurd li tevahiya cîhanê tê hesibandin. Goristan bi sedan gorên kesên ku li dijî hêzên tarî şer kirine, hembêz dike. Ji ber wê ji bo şêniyan semboleke girîng e.

Goristana Şehîd Dîcle… warê berxwedêrên ku destan nivîsîne
28 ÇILE, 2019   08:11

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Goristana Şehîd Dîcle li kêleka Kobanê ye û dikeve başûrê bajêr. Goristana Şehîd Dîcle ji bo şêniyên Bakurê Sûriyê xwedî wateyek mezin e.

Li goristanê ku li başûrê Kobanê hatiye avakirin, bedenên ciwanên ku demekê di nav heval û şêniyên xwe de li ser vê xakê zindî bûn, hatine veşartin. Dengê çekên wan ciwanan li dijî terora cîhanî DAIŞ’ê li herêmên cuda di xendekên şer de bilind dibû.

Her wiha goristan cenazeyên şehîdên cenga Kobanê ya çarenûsî hembêz dike, di encamê de Kobanê li ser destê şervanên YPG û YPJ`ê di 26`ê Çileya 2015`an de rizgar bû.

Goristan bi navê têkoşera Hêzên Parastina Gel Îno Hîco Miho (Şehîd Dîcle) hatiye binavkirin. Şehîd Dîcle di sala 1968`an de ji dayik bûye û ji gundê Kor Elî li rojavayê bajarê Kobanê ye. Di sala 1985`an de tev li têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurdistanê bûye.

Îno Miho bi nasnav Dîcle di sala 1989`an de li eyaleta Botanê ya Bakurê Kurdistanê şehîd bûye. Şehîd Dîcle wek yekemîn jina Kobanê ku kevneşopiyên êlan ên hişk şikandine, tê naskirin. Şehîd Dîcle tev li şoreş û têkoşîna çekdar li çiyayên Kurdistanê dibe. Di salên 80`yî de yekemîn şehîda jin e ku cenazeyê wê derbasî Rojava dibe.

Di goristanê de gorên hezar û 200 şehîdan hene, piraniya wan ciwanên Kobanê ne.

Di destpêka şoreşa Sûriyê de, di 2011’an de, ji Kobanê şoreşek berovajî tevahiya şoreşên Rojhilata Navîn dest pê kir. Ev şoreş li Rojava û tevahiya Bakurê Sûriyê belav bû.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re Kobanê kerwanên şehîdan pêşwazî kirin û li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin. Goristana Şehîd Dîcle ji tevahiya welatan şehîdan hembêz dike. Têkoşerên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku ji neteweyên cuda yên Kurd, Tirkmen, Ereb, şervanên entersyonalîst ji Hollanda, Brîtanya û şervanên çepgir ji Tirkiyê li goristanê hatine definkirin.

Goristana Şehîd Dîcle li gel şêniyan nîşaneyek e. Şêniyan zarokên xwe ji bo parastina vî welatî feda kirine û li goristanê veşartine. Bi êrîşên DAIŞ`ê re şênî neçar man gorên zarokên xwe li paş xwe bihêlin. Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê, DAIŞ ji Kobanê qewirand, dîsa şênî vegerîn xaka xwe.

Dema mirov derbasî Kobanê ya ku ji nû ve hatiye avakirin, dibe; kolan, park û qadên ku bi wêneyên têkoşeran hatine xemilandin, dibîne.

Di her cejnekê de bi hezaran şênî ji gund û bajarokên derdora bajêr di destê wan de şêranî, gurzên gulan û wêneyên şehîdan serdana goristanê dikin. Her kes cejna hev pîroz dike, gulan datînin ser goran û hindek din jî mûm û findan li ser goran pêdixin.

(şx/bm)

ANHA