Meclisa Hesekê têkildarî şehîdxistina El-Elî daxuyaniyek da

Meclisa Kantona Hesekê diyar kir ku şehîd Hecî Hemûd El-Elî tevî hemû gefên ku li dijî wî dihatin kirin, lê her tim di nava çalakiyên ku bi armanca pêşketin û pêkanîna projeya neteweya demokratîk dihatin lidarxistin de pêşeng bû. Her wiha destnîşan kir ku hêzên ku hewl didin îradeya gelê herêmê bişikînin, hemû şêwazan bi kar tînin û ji wan werê ye ku ew dikarin îradeya gelê azad bişkînin.

Meclisa Hesekê têkildarî şehîdxistina El-Elî daxuyaniyek da
28 ÇILE, 2019   08:36

HESEKÊ

Meclisa Kantona Hesekê der barê qetilkirina hevserokê Meclisa Navçeya El-Erîşa Hecî Hemûd El-Elî de daxuyaniyek da û soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dema hêzên QSD’ê li Dêrazorê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin û tunekirina wan li rojhilatê Firatê nêzîk bûye, hêzên tarî ku ji destpêka şoreşa gel ve piştgiriya hemû cureyên terorê dikin û naxwazin aramî û ewlehî li herêmê pêk were, bi rêya şandeyên xwe yên razayî dest bi êrîşên bêbext kirine. Bi vê yekê jî dixwazin hevgirtin û biratiya gelan ku di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêk hatiye, binpê bikin.

Di 25’ê Çileyê de şaneyeke razayî ya girêdayî wan hêzên tarî, hevrêyê me hevserokê Meclisa Erîşa ya kantona Hesekê Hecî Hemûd El-Elî revand û bir cihekî nediyar. Piştî 3 rojan ji lêgerîn û lêpirsîna hêzên me yên ewlekariyê, cenazeyê hevrêyê me li çola Dêrazorê hate dîtin. Wan hêzên tarî ku li ber berxwedan û hevgirtina gel û şervanên me nikaribû li ber xwe bide, bi rêbazên bêbext û nemerdî hevalê me şehîd xist.

Şehîd Hecî Mehmûd El-Elî yek ji rûspiyên herêma Erîşa bû ku di nava hemû beşên civakê de dihat hezkirin. Ji destpêka rizgarkirina herêmê ve bê dudilî cihê xwe di nava xebat û têkoşîna pêşxistina neteweya demokratîk de girt û fedakariyeke mezin nîşan da. Tevî hemû cureyên gef û tehdîdan, ji bo aramî û aştiya di nava civakê de, her di nava liv û tevgerê de bû. Her wiha ji bo mîsogeriya biratiya gelan û jiyana hevbeş kêliyek ji dema xwe bê ked û têkoşîn nedihişt. Ji ber dilpakî û dilsoziya xwe ya bi ax û welatê xwe re, ji aliyê civakê ve wekî hevserokê Meclisa Erîşa hate hilbijartin. Piştî wê jî bi ked û tekoşîna xwe ya bêhempa, cihê xwe di dilê her kesî de girt.

Em wek Meclisa Kantona Hesekê ku bi vê bûyera bêbext pir êşiyan, di serî de sersaxiyê ji malbata Şehîd Hecî Hemûd El-Elî û hemû civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin. Di heman demê de em soz didin hevrêyê xwe û hemû şehîdên azadiyê ku em ê tu carî dev ji armanca wan bernedin. Em ê li dijî plan û hewldanên dijber bê deng nemînin û di hemû qadên berxwedanê de kar û xebatên xwe bi pêş bixin û mezintir bikin."

(bx)

ANHA