Rûyekî din ê berxwedanê… bijîşkên ku li Kobanê li ber xwe dan

Şêniyên Kobanê bê cudahî li hember şerê hovane yê çeteyên DAIŞ`ê li dijî Kobanê li ber xwe da. Li rex şervanan hindek bijîşk bi pîşe û amûrên xwe di nexweşxaneyên meydanî de li ber xwe da û qebûl nekir ku ji bajêr derkevin. Bi vê yekê bûn mînaka fedakarî, lehengî û serfiraziyê.

Rûyekî din ê berxwedanê… bijîşkên ku li Kobanê li ber xwe dan
28 ÇILE, 2019   07:56

KOBANÊ

Di 26`ê Çileya 2015`an de şervanên YPG û YPJ`ê rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê piştî şerên dijwar ku 134 rojan bê navber dom kir, ragihand.

Şervanan li bajêr bi çekên ferdî li hember tank, topavêj û çeteyan li ber xwe da. Li paş şervanan rûyekî din ji berxwedanê hebû, berxwedana bijîşkan. Beşek ji wan qebûl nekir ku ji bajêr derkevin û li rex têkoşeran heya serkeftina mezin li ber xwe da.

Girêdayî mijarê ajansa me hevpeyvînek li gel bijîşkên ku beriya 4 salan ji Kobanê derneketine û bûne şahidên demsalên berxwedanê, çêkir.

Bijîşk Mihemed Ehmed got di dema şer de ew ji derve vegerî welat û wiha domand: "Min sond xwar ku ez li eniyan bimînim da ku tiştên ji min tên xwestin, pêşkêşî şervanan bikim."

Mihemed Ehmed wiha domand: "Gelek hevalên me yên bijîşk ji ciwanên Kobanê hebûn. Me bi hev re bi giyanekî neteweyî bilind kir û wek tîmekê di nav kolan, qad û malan de kar kir, birîndar derman kirin û neştergerî kir. Tevî wê jî du hemşîre, yek bi navê Zozan, şehîd ketin."

Bijîşk Mihemed Ehmed behsa astengiyên ku wê demê rastî wan hatine kir û diyar kir ku wan bi vîn û baweriya bi têkoşîna Kurd li hember dijminan li ber xwe dane.

Bijîşk Mihemed Arêf yek ji wan bijîşkan e ku ji bajarê Kobanê di dema êrîşan de derneketiye. Girêdayî bûyerên wê demê ev tişt anîn ziman: "Tişta herî dijwar dema tu birîndarekî bibinî û ji ber tunebûna dermanên pêwîst tu nekarî wî derman bikî yan jî li ber çavên te ji ber birînê şehîd bikeve. Gelek caran ev tişt qewimî."

Bijîşk Mihemed Arêf wiha pê de çû: "Di nav malan de 4 nexweşxaneyên meydanî hebûn. Li gorî derfeta xwe û bi moralên bilind tevî hevalên din ên ku li bajêr mane, me erka xwe ya neteweyî anî cih."

Bijîşk Mihemed çawa ku tevahiya astengiyan derbas kirine, li paş wan şervanan li ber xwe da û erka xwe ya neteweyî ji bo rizgarkirina xakê ji DAIŞ`ê anîne cih, diyar kir.

Di dawiyê de Mihemed Arêf wiha got: "Kobanê bûye qubleya cîhanê ji ber ku wê şerê terorê kiriye. Kobanê bû sembola berxwedana kurdî heta bidestxistina serkeftinê. Ev jî ji bo me hemûyan şeref û serfirazî ye."

(şx)

ANHA