2 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin

Şervanên QSD`ê 2 erebeyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ`ê ku berê xwe dabû noqteyên şervanan, beriya ku bigihîjin noqteyên li gundên Baxoz û El-Meraşedê, teqandin.

2 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin
2 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin
2 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin
2 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin
2 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin
28 ÇILE, 2019   07:22

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê bi hemû hêza xwe didominîn. Şervan li derdora gundên Baxoz û El-Meraşede pêşketina xwe didomînin.

Nûçegihanên ajansa me ku pêngavê dişopînin, diyar kir ku duh şervanên QSD`ê 2 erebeyên bombebarkirî ku hewl dida xwe bigihînin noqteyên şervanan li derdora gundên Baxoz û El-Meraşde, beriya ku bigihîjin armancên xwe, teqandin.

Der barê mijarê de şervan Ciwan Hesekê wiha got: "Piştî ku xendek li çeteyên DAIŞ`ê teng bûye, çete hewl didin bi rêya tenqandina erebeyên bombebarkirî pêşketinên me asteng bikin, lê em bersiva wan didin."

Her wiha Hesekê wiha got: "Bi rêya çavdêriya me ji tevgera çeteyan, me dît ku 2 erebeyên bombebarkirî ku hewl dida xwe bigihînin noqteyên me, lê beriya ku bigihîjin armancên xwe, me bi çekên giran her du erebe teqandin."

(jo)

ANHA