Li El-Mesnûrayê qedexeya derketinê ya giştî hate rakirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê qedexeya derketina derve ya ku li bajarokê El-Mensûrê di encama tevliheviyê de ferz kiribû, ji rewşa giştî veguhest rewşa beşî.

Li El-Mesnûrayê qedexeya derketinê ya giştî hate rakirin
27 ÇILE, 2019   21:47

TEBQA
Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Tebqayê de hate gotin: "Li gorî biryarên girêdayî bûyerên ku li bajarokê El-Mensûre hatine girtin armanca oparasyona ewlekariyê ne qebîleyek an jî êlek an jî komek bû lê belê armanca tevahiya kesên û komên tevlihevî derxistine û milkên giştî û taybet wêran kirine ye."

Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Facebookê hatiye weşandin ev tişt hate gotin: "Ji ber wê û di encama bûyerên ku li bajarokê El-Munsûre rû dane. Her wiha ji bo parastina ewlehî û saxlemiya gelê me û ji bo ku bûyerên tevliheviyê dîsa dûbare nebe me ev biryar derxistin:

-Qedexeya derketina derve ya giştî hate rakirin.

-Qedexeya derketina derve li bajaroka El-Mensûrayê bûye beşî ango, ji saet ji saet 7:00 an êvarê heya 5:00 an sibehê, ji bilî rewşên lezgîn û mirovî.

-Tevgera motorsîklêtan ji saet 7:00 an êvarê heya 5:00 an sibehê qedexe ye.

-Ev tedbîrên ewlehiyê û leşkerî di meriyetê de ne û hêzên me ji rewşên awarte amade ne.

-Divê tevahiya hemwelatiyan li gorî van biryaran tevbigerin . Muxalifên van tedbîran dê li gorî qanûna berpirs bin.

- Ev biryar ji dîroka ragihandina wê ve dikeve meriyetê.   

(şx)

ANHA