Iraq li ser bûyerên li Şêladizê bang li Tirkiyê kir ‘‘Binpêkirinên yekalî rawestîne‘‘

Wezareta Derve ya Iraqê têkildarî gulebarandina leşkerên Tirk a li ser xwepêşandana xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê banî li sefîrê Tirkiyeyê yê Bexda kir û bang li Tirkiyeyê kir ku binpêkirin û karên yek alî rawestîne.

Iraq li ser bûyerên li Şêladizê bang li Tirkiyê kir ‘‘Binpêkirinên yekalî rawestîne‘‘
27 ÇILE, 2019   20:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Iraqê têkildarî gulebarandina leşkerên Tirk a li ser xwepêşandana xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê îro danê êvarê di daxuyaniyekê de got ku wan li ser bûyerên Şêladizê banî balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê kiriye. Wezaretê got ku wana li ser bûyeran daxwaznameyek radestî balyozxaneya Tirkiyeyê kirine.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de got: “Karên bi vî awayî binpêkirina serweriyê ye û bi peywendiyên dostane û biratiya nava her du welatan re naguncê. Me banî balyozê Tirk Fatih Yildiz yê li Bexdayê kiriye û daxwaznameyek radestî wan kiriye. Di daxwaznameyê de me behsa ziyanên can û madî yên ku li Şêladizê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatîn kirin, kiriye.”

Wezaretê bang li Tirkiyeyê kir da ku binpêkirin û karên yek alî rawestîne.