Kongreya PYD‘ê ya navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo bi dawî bû

Kongreya 1’emîn ya rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ya navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo bi hilbijartina 12 rêveberên nû yên navçeyê bi dawî bû.

Kongreya PYD‘ê ya navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo bi dawî bû
Kongreya PYD‘ê ya navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo bi dawî bû
Kongreya PYD‘ê ya navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo bi dawî bû
Kongreya PYD‘ê ya navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo bi dawî bû
26 ÇILE, 2019   17:42
Suzan İraz

QAMIŞLO

Di bin dirûşmeya  ‘Bi vîn û rêxistinê, em Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî û demokarîk ava bikin’ de Kongreya 1’emîn ya rexistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo li hola Zana bi hilbijartina 12 rêveberan bi dawî bû.

Di kongreyê hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Umar û rêveberiya Kongreya Star ya taxa Xerbî Xalya Necar axivî û gotin ku bi rêxistina PYD‘ê re gelek deskeftî hatine qezenckirin dê ev destkeftî bêne parastin.

Paşê axaftinan ji bo rêveberina kongreyê endamên dawînê ji 5 kesan (Ezidîn Gedo, Şehnaz Etiybî, Talat Yûnis, Nesrîn Tahir, Mihemed Nûr) hat hilbijartin.

Hevseroka Meclisa PYD‘ê ya Herêma Cizîrê Sabah Cûma nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamê PYD‘ê Mihemednûr rapora siyasî, endamê PYD‘ê Şehnaz Etiybî rapora rêxistinî, endamê PYD‘ê Nesrîn Tahir xwendin.

Piştî raporan nîqaşên tekildarî rêxistina civakî hat kirin. Her  wiha di pêşniyaran de navendên PYD li gûndan  were vekirin, semîner û panel ji bo gel bên dayîn.

Piştî nîqaş û pêşniyaran 450 delege 12 rêveberên nû yên partiya PYD di navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo hilbijart. Endamên rêveberiyê cihê xwe di komîteyên "Daravî, Jin, Ciwan, Karûbarên Civakî, Perwerde û Ragihandinê" de digirin. 12 rêveberên nû yên ku hatin hilbijartin tekildarî kar û xebatên xwe de sonda xwe dan.

Kongre bi tilîliyên dayikan û berzkirina diruşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û şermezarkirina  êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Başûrê Kurdistanê bi dawî bû.

(mk)

ANHA