Artêşa Tirk gelek helîkopter şand Başûrê Kurdistanê

Piştî xwepêşandênên gelê Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker ji bo leşkerên xwe yên ji ber xwepêşandana gel reviyabûn, bibîne  gelek helîkopter şand baregeha xwe ya li Sirê.

Artêşa Tirk gelek helîkopter şand Başûrê Kurdistanê
26 ÇILE, 2019   17:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker piştî xwepêşandana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî baregeha Sirê, gelek helîkopter şand baregehê û bi helîkopteran li leşkerên xwe digerin.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk ji bo dîtina leşkerên xwe yên belavî bejahiyê bûbûn, lêgerîn daye destpêkirin.

Li aliyekî din Hêzên Asayîşa Dihokê nûçegihan û kameramanê televîzyona NRT yên ku li ber derê nexweşxaneya Dihokê, nûçeya kesên ku di xwepêşandanên Şêledizê de birîndar bûyîn di şopandin bin çavkirin û dest danîn ser kel û pelên wan.