Li Minbicê komxebata diyalogên Sûriyê

Beşdarên komxebata diyalogan a li Minbicê diyar kirin ku MSD‘ê bi hemû aliyan re ji danûstandinan re vekirin û destnîşan kirin ku Minbic bi saya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi ewle ye.

Li Minbicê komxebata diyalogên Sûriyê
26 ÇILE, 2019   18:18

MINBIC

Îro li bajarê Minbicê komxebata diyalogên Sûriyê bi dirûşmeya "Rewşa siyasî û leşkerî ya heyî û qonaxên pêşerojê" li şanogeha dibistana amadehî ya pîşesaziyê ya bajêr hate lidarxistin.

Komxebat ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî û Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ve hate birêveberin.

Hesen Mihemed Elî geşedanên siyasî û bandora wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got "Aloziya Sûriyeyê heta niha berdewam e, ji ber ku ti projeyên rasteqîn ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî yên dest li Sûriyeyê wer didin ve nehatin pêşniyar kirin."

Hesen her wiha got "Ji destpêka aloziyê ve me xeta sêyemîn hilbijartin, di vî warê de me serkeftinên mezin bidest xistin û me herêmên Sûriyê ji çeteyan rizgar kirin. Ji berê yekê dewletên derve bi me re li dijî DAIŞ‘ê hevbendî çêkirin û desteka esmanî da, her wiha me hewldanên me hene ku çareseriyeke bingehîn ji aloziya Sûriye re peyda bikin ku yekiriya xaka Sûriyê biparêze û rê li ber destwerdanên derve bigirin."

Hesen di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk di nava hewldanan de ye ku çareseriyeke ku hemû aliyên Sûriyê jê razî bin peyda bike û ji danûstandinan re vekirin.

Ji aliyê xwe ve Şervan Derwîş bal kişand li ser biryara vekişandina Amerîkayê û got "Rewşa li Minbicê nehatiya guhertin, tu guhartinên leşkerî çênebûne, hevkariya di navbera me, Koalîsyona Navdewletî û rêjîma Sûriyê de heye."

Şervan Derwîş anî ziman ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Minbic ji êrîşan diparêze û wiha got "Yê ku Minbic ji êrîşan diparêze Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye, em ji bo pêşerojê amadekariyan dike, biryara Amerîkayê bandore li hêzên me nake."

Di dawiya komxebatê de beşdaran girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên navxweyî û rêgirtina li ber destwerdanên derve destnîşan kirin.

ANHA