Şehîdên meha Çileyê li Kobanê hatin bi bîranîn

Welatiyên kantona Kobanê şehîdên meha Çileyê li Goristana Şehîd Dicle bi bîranîn.

Şehîdên meha Çileyê li Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Çileyê li Kobanê hatin bi bîranîn
26 ÇILE, 2019   16:46

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajar Kobanê û gundewarê wê şehîdan meha Çileyê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle bi bîranîn.

Merasîmê bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê Meslica  Malbatê Şehîdan Arif Balî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Arif got, "Sala 2015‘an saleke dîrokî ji bo hemû gelê Kobanê ye, bi taybet di vê mehê de bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkin, ji bo rizgarkirina Kobanê ji terorê di her kolaneke ji kolanên Kobanê fedekarî hate kirin û şehîd hatin dayîn. Bi vê munasebetê em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin."

Balî di dawiya axaftina xwe de soza şopadin riya şehîdan da.

Paşê gel mûm li ser gorê şehîdan pêxistin.

(sn/hk)

ANHA