Balafirên Tirk Şêladiz û Dêralokê bombebaran dike

Balafirên şer ên dewlet a Tirk a dagirker bombeyan li Şêladiz, Deralok û derdora Zapê dibarîne.

Balafirên Tirk Şêladiz û Dêralokê bombebaran dike
26 ÇILE, 2019   15:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavakaniyên herêmê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Şêladizê, Dêrelok û derdora Zapê dibarîne.

Her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk li ser Şêledizê re jî ji bo ku welatî bitirsin gelek bi nizm difirin.

Ji ber dengê balafiran gelek pencereyên xaniyên welatiyan şikestine.