15 Hûsî hatin kuştin û artêşa Yemenê gelek cih kontrol kirin

Artêşa Yemenê bi hevkariya Koalîsyona Erebî piştî şerekî giran di navbera wan û Hûsiyan de,  herêmên li parêzgeha Sedê ya li ser sînorê Erebistana Sûdiyê kontrol kirin.

15 Hûsî hatin kuştin û artêşa Yemenê gelek cih kontrol kirin
26 ÇILE, 2019   14:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Sebî ya Yemenê, fermandarê lîwaya pêncan Heres Hidûd Samî El-Qibadî wiha gotiye: "Hêzên lîwayê bi beşdarbûna yekîneyên ji çerxerêya Ezal, Tîbab El-Sûd a li ser xeta navneteweyî di navbera Baqim û bajarê Sedê de rizgar kir."

El-Qibadî destnîşan kir ku di şer de 15 endamên Hûsiyan hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn û yên din ber bi herêmên derdorê ve li midûriyeta Baqim reviyan.

Gelê Yemenê bi aloziyeke mirovî ya herî giran re rû bi rû ye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî bi hezaran welatî hatine kuştin û birîndar bûne û 22 milyon kes anku ji sedî 75’ê şêniyan li benda alîkariyê ne.

(jo)