Artêşa Tirk a dagirker dîsa cotkar û şivan kirin hedef

Hêzên sînor ên dewleta Tirk a dagirker cotkar û şivanên li gundê El-Yabîse yê rojavayê bajarê Girê Spî yê nêzî sînorê Tirkiyê kirin  hedef. Zirarên madî û giyanî çênebûn.

Artêşa Tirk a dagirker dîsa cotkar û şivan kirin hedef
Artêşa Tirk a dagirker dîsa cotkar û şivan kirin hedef
Artêşa Tirk a dagirker dîsa cotkar û şivan kirin hedef
Artêşa Tirk a dagirker dîsa cotkar û şivan kirin hedef
26 ÇILE, 2019   14:00

ÎBRAHÎM EHMED – MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên li dijî gelê Bakur Sûriyê didomîne. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker cotkar û şivanên li gundê El-Yabîse yê rojavayê bajarê Girê Spî yê nêzî sînorê Tirkiyê kirin hedef. Di endam de zirarên madî û mirovahî çênebûn.

Girêdayî mijarê cotkarê bi navê Emer Hesen ji ajansa me re wiha axivî û wiha got: “Dema ku ez di nava zeviyên xwe de bûm, ez ber bi dîwarê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dayîn ve çûm ji bo ez erdê xwe cot bikim. Hêzên li ser sînor gule ber bi min ve reşandin. Ji ber wê min ji dest ji cotê xwe berda û ez li gundê xwe vegeriyam."

Hesen got wî ji ber ku artêşa Tirkiyê wan li ser sinor dike hedef, zeviyên xwe neçandine her wiha destnîşan kir ku îro jî motorsiklêtek ê gundiyan gulebaran kirin û wiha pê de çû: “Hêzên li ser sînor tevgera walatiyên gund dişopînin, hêzên sînor bi şevê ronahiyan diavêjin malên wan.”

Şêniyê bi navê Mehmûd Xelîl jî diyar kir, wan zeviyên xwe yên li nêzî sînor neçandin ji ber hêzên li ser sînor guleyan li wan direşînin.

Mehmûd Xelîl di dawiyê de wiha anî ziman: "Dema ez li ber pezê xwe bûm hêzên li ser sînor gule li min reşandin. Ji ber wê ez neçar mam ku ez pezê xwe di malê de bihêlim."

(bx/bm)

ANHA