‘Rabin ser pêyan û bibin dengê pêşengên berxwedanê’

Koordînasyona Kongreya Star, bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiribûn û wiha hate gotin: “Em ê li Bakurê Sûriyê bi şîara “Tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin” dest bi rêzeçalakiyan bikin. Bila her kes rabe ser pêyan û bibin dengê hevrêyên pêşengiya berxwedanê dikin.”

‘Rabin ser pêyan û bibin dengê pêşengên berxwedanê’
26 ÇILE, 2019   12:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da çalakiyên li dijî tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin û wiha got: “Em ê li Bakurê Sûriyê di bin şîara “Tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin” de dest bi rêzeçalakiyan bikin. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe dikin ku di van rojên dîrokî yên berxwedanê de rabin ser pêyan û li qadan bibin dengê hevrêyên ku pêşengiya berxwedanê dikin.”

Berdewama daxuyaniyê wiha ye;

“Di 79’emîn roja çalakiya greva birçîbûnê ya rêhevala me Leyla Guven de, dewleta Tirk biryara serbestberdana wê da. Ev biriyara dewleta Tirk di encma berxwedana hevrê Leyla Guven de hat dayîn. Di hemen demê de piştgiriya berxwedanê bi Leyla re li her derê û her çar parçeyên Kurdistanê çalaki hatin li dar xistin. Çalakiyên piştgiriyê li Ewrupa, Kurdisan, Mexmûr û li ser asta cîhanê hat kirin. Di asta cîhanî de çalaki ji bo şikandina tecrîda li ser serok Apo hatin destpêkirin. Dewleta Tirk li hemberî vê berxwedanê bi hîlebazî tev geriya û îzin da ku birayê Serok Apo pêre çêbû. Ev hewldana Tirkiyê ji bo pêşigirtina li berxwedanê bû. Yan jî bêbandorkirina berxwedana ku mezin dibû.

Lê berxwedana ji bo şikandina tecrîdê, siyasetên dewleta Tirk têk birin. Girtiyan biryara berdewamkirina çalakiyan da. Bêçaretiya dewleta Tirk a li hemberî mezinbûna berxwedanê biryara serbestberdana rêheval Leyla da. Lê dê berxwedana ku gihiştiye asta cîhanî berdewam bike, ta ku tecrîd bê şikandin. Berxwedana ku di sala 1982’an di zîndana Amedê de hatibû destpêkirin di roja îro de gerdûnî bûye. Em wek Kongreya Star û pêkhateyên Bakurê Sûriyê, vê çalakiyê silav dikin û heya dawiyê bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedana Hemdem dikin, ta serkeftinê mîsoger bikin.”

(bm)