Îlham Ehmed ji ajansa Bloombergê re: Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Ilham Emhemd ji ajanseke Amerîkayê re axivî, Ehmed got ew bi yekîtiya axa Sûriyê re ne û dixwazin Sûriyeke nenavendaî ava bikin.

Îlham Ehmed ji ajansa Bloombergê re: Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin
26 ÇILE, 2019   12:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li paytexta Amerîkayê Washingtonê bersiva pirsên ajansa Bloomberg a Amerîkayê da.

Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya diyaloga bi Şamê re, her wiha şerê li dijî çeteyên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê werdigirin.

Der barê mijara “herêma ewle” de jî Îlham Ehmed ev tişt anîn ziman: “Herêma behsa wê tê kirin, dê tu caran ne herêmeke ewle be ji Kurdan re û ji hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê re dê bibe gol û çirava terorê.”

Îlham Ehmed da zanîn ku eger Tirkiye hêzên xwe bi rê bike wê derê; dê li ber xwe bidin û wiha got: “Em bi xwe dikarin herêma ewle biparêzin û em ê parastina xwe bikin.”

Her wiha der barê mijara diyaloga bi rejîmê re Ehmed ev tişt gotin: “Em yekitiya axa Sûriyê dixwazin, em parçebûnê naxwazin, em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin.”

Îlham Ehmed her wiha da zanîn ew li Washingtonê ne da ku nêrîna xwe bidin diyarkirin û diyar kir ku li gorî tiştên wê ji rayedarên Amerîkayê bihîstine, Amkerîkayê ji bo vekişînê tu dem nîşan nedaye.”

Îlham Ehmed her wiha diyar ku pêwîst e Amerîka ji bo çareseriya siyasî ya şerê di navbera Kurdan û Tirkiyê de alîkariyê bike. Her wiha hişyarî da ku eger ji derveyî Kurdan tu lihevkirin pêk were “dê pêleke din a tundiyê ya rû bide.”

(k)