Li Eyn Îsa Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş hate vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Eyn Îsa nexweşxaneyek bi navê Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş ji bo pêşkêşkirina alîkariya bijîşkî ji şêniyên navçeyê û gundewarên wê re vekir.

26 ÇILE, 2019   12:32

GIRÊ SPÎ

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî yekemîn nexweşxane ji bo pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî û lezgîn vekir. Nexweşxane dê bê pere zixmeta şêniyan bike.

Di merasîma vekirinê de ku li pêş deriyê nexweşxaneyê li naverasta sûka navçeya Eyn Îsa çêbû, nûnerên meclisên navçeyan û Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Kantona Girê Spî û bi dehan şêniyên navçe û gundewarên wê beşdar bûn.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî Wehîd Ebdullah, bi navê MSD’ê endamê Komîteya Têkiliyan a MSD`e Dr. El-Şêx Esed El-Beşîr, bi navê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa, bi navê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser cîgirê hevserokatiya meclisê Hamêd El-Ebid û bi navê Meclisa Navçeya Eyn Îsayê Şehnaz Dawûd axivîn.

Axêveran vekirina nexweşxaneyê li gelê herêmê pîroz kir.

Girêdayî mijarê axêveran bal kişand û got ev destkeftî bi saya şehîdan ku ji bo azadiya gel û rizgarkirina xakê şerê çeteyan li şûna tevahî cîhanê dikir, bi dest ketin. Her wiha diyar kirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destekî şerê terorê dike û bi destê din deverên ku ji ber şer û wêrankirina çeteyan hatine xerakirin, sererast û tamîr dike û ew jî rastiya şopandina rêya berxwedan û rêya şehîdan dide der.

Vekirina nexweşxaneyê ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê ve pêk hat.

Her wiha Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş ku hatiye vekirin, ji yekemîn nexweşxaneyan e ku ji dema damezirandina dîroka navçeyê ve alîkariya bijîşkî û dermankirinê ji şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê re bê pere dike.

Umer Elûş berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclisa Sivîl a Reqayê bû ya ku nexweşxane bi navê wî hatiye binavkirin. Umer Elûş di 16`ê Adara vê salê de li mala xwe ya li Girê Spî ya herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê di êrîşekê de şehîd bû.

(fr)

ANHA