Rejîma Sûriyê: Tirkiye piştgiriya terorê dike

Wezareta karên derve ya Sûriyê bersiva rayedarên Tirkiyê der barê Peymana Edeneyê da, wezaretê got Tirkiyê piştgiriya terorê dike û axa Sûriyê dagir kiriye.

Rejîma Sûriyê: Tirkiye piştgiriya terorê dike
26 ÇILE, 2019   12:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyê têkildarî mijara Peymana Edeneyê ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de daxuyaniyek da. Wezaretê wiha got: “Em hîna jî vê hevpeymanê û hemû peymanên girêdayî şerê li dijî terorê dipejirînin, lê rejîma Tirkiyê ji sala 2011`an heta niha peymanê binpê dike, piştgiriya terorê dike, terorê perwerde dike û rê vedike ku bi rêya rêxistinên terorîst ên girêdayî wê, yan jî rasterast bi rêya artêşa Tirkiyê derbasî axa Sûriyê bibin.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê wiha lê zêde kir: “Çalakkirina vê peymanê dê pêk bê, eger rewşa li ser sînorên her du welatan vegere mîna berê; rejîma Tirkiyê piştgiriya xwe ji bo rêxistinên terorîst rawestîne û hêzên xwe yên leşkerî ji herêmên ku dagir kirine, vekişîne.”

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve rejîma Tirkiyê bi awayekî rasterast piştgiriya komên çete dike, baregehên perwerdeyê li Tirkiyê ji wan re vekirine û ji Tirkiyê êrîşî axa Sûriyê dikin. Her wiha sînorên xwe ji bo çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra yên biyanî vekirine ku derbasî Sûriyê bibin.

(k)