Rûspiyên eşîrên Reqayê: Tiştên ku li El-Mensûra rû dan, fitne bûn

Rûspî û nûnerên eşîrên bajarê Reqayê diyar kir ku tişta li bajarokê El-Mensûra rû dabû fitneyek plankirî bû û wiha got: “Kesên ku naxwazin îstîqrar li herêmê pêk were, ev fitne belav kir. MSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li her derê nûnertiya me dike.”

Rûspiyên eşîrên Reqayê: Tiştên ku li El-Mensûra rû dan, fitne bûn
26 ÇILE, 2019   11:48

REQA

Ji bo rûdanên dawîn ên li bajarokê El-Mensûra, rûspî û nûnerên eşîrên Ereb di Buroya Têkiliyên Giştî ya bajarê Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra El-Evdalê Şêx Ayîd El-Hadî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê rûspî û nûnerên eşîrên bajarê Reqayê û gundên wê, piştî şopandina bûyer û pêşketinên dawîn li qada Sûriyê û gefên Tirkiyê li ser Sûriyê, em ji raya giştî re dibêjin ku QSD`ê xaka Sûriyê ji terorîstan rizgar kir û parast.

Em dibînin ku siya me ya siyasî Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, ew li her derê nûnertiya me dikin, rûdanên dawîn li El-Mensûra pêk hatin, fitne ye û ji aliyê hin kesan ve ku naxwazin îstîqrar bi cih were, hatiye plankirin.

Em deyndarên van hêzan in ku em rizgar kirin, teqez em ê hesab ji kesên ku îstîqrarê xirab dikin li hemû xakên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, bixwazin."

(jo/bm)

ANHA