Dewreyeke din a QSD’ê bi dawî bû

Di mersîma bidawîkirina perwerdeya şervanên QSD’ê de, fermandar Mistefa Amûde got dê parastina gelê Sûriyê bikin û her wiha destnîşanî bi serkeftinên li Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û teqez kir ku hêzên wan DAIŞ têk bir.

Dewreyeke din a QSD’ê bi dawî bû
Dewreyeke din a QSD’ê bi dawî bû
Dewreyeke din a QSD’ê bi dawî bû
Dewreyeke din a QSD’ê bi dawî bû
Dewreyeke din a QSD’ê bi dawî bû
26 ÇILE, 2019   11:33

KOBANÊ

Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreyeke nû ya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi dawî kir.

Fermandarê QSD`e Mistefa Amûde di merasîmê de axivî û wiha teqez kir ku divê her şervanek ji hêzên QSD`ê amade be berpirsyariyê li hember xak û gelê xwe ragire û pêwîst e tim û daîm ji erkên xwe re hazir be.

Girêdayî mijarê Mistefa diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk destanên lehengiyê di şerê tunekirin û têkbirina DAIŞ`ê de nivîsandin, lê keda herî bêhempa ya şehîdan e û wiha pê de çû: "Hêzên QSD`ê dê rûmeta gelê Sûriyê biparêzin û tu ferq û cudahiyê naxe navbera qewm û gelan. Hemû gelên Sûriyê ne. Gel ji dest komên çeteyên DAIŞ`ê pir êş û azar di vî şerî de dîtiye. Pêdiviya wan biQSD`ê ji bo rizgarkirin û xelaskirina ji terorê heye. Ji lew re divê em her bihostek ji axa Sûriyê ji wan paqij bikin."

Di heman demê de Mistefa li ser destkefiyan wiha anî ziman: “Destkeftiyên ku şervanan di berxwedana Kobanê de bi dest xistine, ku rizgarkirina wê dikeve sala 4`emîn, berxwedana Serêkaniyê û Til Hemîsê hemû bi hêza wan a xweser bû, ji ber ku tu koalîsyon wê demê li wir nîn bûn û bi tena xwe li hember hovîtiya terorê sekinîn.

Di dawiyê de fermandarê QSD`ê Mistefa Amûde teqez kir ku hêzên wan dê welat û gel biparazin û dê ji bo pêkanîna sozên şehîdan û parastina rûmeta gel li hember gefên dagirkeriya Tirk rawestin.  

Şervanan di dewreyê de waneyên leşkerî li ser çawaniya bikaranîna çekan û taktîkên leşkerî birin ji bo amadebûna leşkertiyê.

Di dawiya merasîmê de, şervanan sond xwar û berê xwe da Dêrezorê ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ`ê li herêma rojhilatê Sûriyê di berîka dawîn de.

ANHA