Li Reqayê çandina genim dereng maye

Çandina genim ji hilberînên sereke û stratejîk ên Reqayê ye. Di encama barîna baranê ya zêde de, çandina genim dereng maye. Ew jî bandoreke neyînî li çandiniya genim û hilberîna herêmê dike.

Li Reqayê çandina genim dereng maye
Li Reqayê çandina genim dereng maye
Li Reqayê çandina genim dereng maye
Li Reqayê çandina genim dereng maye
Li Reqayê çandina genim dereng maye
Li Reqayê çandina genim dereng maye
26 ÇILE, 2019   10:34

EHMED EL-ESAF / REQA

Zeviyên Reqayê berhemdar in û xwedî asteke bilind ji hilberîna genim de tên hesibandin. Hilberîna her donimekê ji genim, digihîje 500 heya 600 kg’yan. Lê ev rêje ji ber buhabûna tov, mazot û tunebûna semadê paşde çûye û gihaştiye 200 heya 300 kg’yan ji her donimekê re.

Genim li herêmên Reqayê ji destpêka Mijdarê heya 15`ê Kanûnê tê çandin û navê “Ribiye” lê tên kirin. Piştre heya dawiya Çileyê navê “Xêriyê” lê tê kirin. Ev jî navên herêmî ne.

Di encama barîna baranê ya zêde de, çandina genim dereng maye. Cotkar di dema niha de dest bi çandina genim dikin û ji ber derengmayîna çandinê bi Xêriyê hate sinifandin.

Her du cotkarên bi navên Xalid Îsa û Munîr El-Xelef ji herêma El-Keramê ne û destnîşan kir ku barîna baranê, buhabûna tov û berhevkirina hilberîna garis bûn sedema derengmayîna çandina genim. Her wiha bang li aliyên têkildar kirin ku rewşa cotkaran di ber çavan re derbas bikin, ji ber ku piraniya şêniyên Reqayê debara xwe bi çandiniyê dikin.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a Rojava Ebid El-Tirad wiha got: "Genim mîna her sal nehat çandin. Ji ber baranê gelek rûber nehatine çandin. Rûbera zeviyên ku bi genim hatine çandina rêjeya ji sedî 20 ji zeviyên El-Keramê derbas nake. Ew jî bandoreke neyînî li rêjeya hilberînê ya îsal dike."

El-Tirad destnîşan kir ku wan tevî derfetên kêm li ser cotkaran ji her donimekê re 3 lître mazot bi buhayê 55 lîreyên Sûriyê ji her lîtreyekê re belav kiriye. Her wiha ruxsetên çandiniyê dane cotkaran û bi rêya wan ruxsetan tov bi nirxê 160 lîreyên Sûriyê ji her kîloyekê re û semad bi buhayê 210 hezar lîreyên Sûriyê ji her tonekê re belav kirine.

(şx)

ANHA