Komkujiya malbata El-Xatir belgeya hovîtiya Tirkiyê ye

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de li dijî Efrînê, bi dehan komkujî pêk anîn. Di encamê de bi dehan zarok bûn qurban. Komkujiya ku der heqê malbata koçber a ku Efrîn wek stargeh ji xwe re hesiband, yek ji komkujiyên belgekirî ye.

Komkujiya malbata El-Xatir belgeya hovîtiya Tirkiyê ye
Komkujiya malbata El-Xatir belgeya hovîtiya Tirkiyê ye
Komkujiya malbata El-Xatir belgeya hovîtiya Tirkiyê ye
26 ÇILE, 2019   10:32

BASIL REŞÎD / EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileya 2018`an de bi çekên giran, di nav de yên qedexekirî jî, êrîşî Efrînê kir. Bi rêya balafirên xwe dever, gund û bajarokên Efrînê bombebaran kirin û mal bi ser serê şêniyan de hilweşandin.

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de bi awayekî yekser şênî dikirin hedef û bi dehan komkujî der heqê wan de pêk anîn.

Beriya ku artêşa Tirk a dagirker derbasî Efrînê bibe, Efrîn bûbû stargeh. Bi sedan malbatên ji herêmên cuda yên Sûriyê koçber bûne, berê xwe da Efrînê û lê bi cih bûn. Jê malbata El-Xatir û 7 endamên wê ye. Malbat ji Idlibê ji komên çete reviya û berê xwe da Şehabyê. Piştî wê li navçeya Mabata ya Efrînê bi cih bû. Careke din malbat bû hedefa balafirên şer ên Tirkiyê. Tevahiya endamên malbatê di wê komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Ev komkujî ji aliyê ajansa me wek noqteyek reş di dîroka Tirkiyê de hate belgekirin.

Di dîroka 26`ê Çileya 2018`an de anku piştî 6 rojan ji destpêkirina êrîşa Tirkiyê, derdora saet 03:00’yan balafirên artêşa Tirk a dagirker li asîmanên navçeya Mabata careke din firiyan. Bi awayekî bêserûber sivîl kirin hedef. Dengên topbaranê ji her derê bilind bû. Wê demê tam saet di 03:30’yan de malbata El-Xatir û tevahiya endamên wê bûn qurbaniyên topbarana Tirkiyê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên wan heya saet 08:00’ê sibehê di bin enqazan de man.

Tîma rewşa awarte bi lez hewl da cenazeyan ji bin enqazan rake û birîndaran derman bikin. Tevahiya endamên malbata El-Xatir jiyana xwe ji dest dabû û navên wan hatin belgekirin. Navên wan wiha ne: Bav Taha Mistefa El-Xatir (45), dayik Emîne El-Xatir (40), zarokên wan Silêman (14), Mistefa (17), Yusra (9) û Zekiye (15).

Tîma rewşa awarte cenazeyên qurbaniyan veguhestin Nexweşxaneya Avrîn ku ew jî bû hedefa balafirên artêşa Tirk a dagirker.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de li dijî Efrînê gelek komkujî der heqê sivîlan de pêk anîn. Hejmara şehîdên wan komkujiyan gihaşt 257 sivîlan, di nav de 45 zarok, 36 jin û her wiha 742 sivîl birîndar bûn.

(şx)

ANHA