Mesûd Bozê: Tirkiye di şerê psîkolojîk de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk diçe

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk Mesûd Bozê şerê psîkolojîk ê Tirkiye li ser gelê herêmê dide meşandin wiha rave kir: “Tirkiyê hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe. Gel bi van lîstokên Tirkiyê hesiyaye. Lewma jî li dijî terora Tirkiyê û şerê wê yê taybet disekine.”

Mesûd Bozê: Tirkiye di şerê psîkolojîk de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk diçe
26 ÇILE, 2019   10:40

KOBANÊ

Hikumeta Tirk bi rêgeza kuştina giştî bawer e mîna ku li Efrînê dike û tevahiya rêbazên xwe bi kar tîne da ku bandoreke neyînî li herêmê çêke û rêbazên şerê taybet (şerê derûnî/psîkolojîk) pêk tîne da ku vîn û hêviyan lawaz bike û rastiyan li ser erdê berovajî bike.

Li bermaberî wê jî hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe. Şêniyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan gihaştine astekê ku şerê derûnî yê Tirkiyê fêm kirine. Her wiha hewldanên Tirkiyê ji bo hejandina ewlehiya herêmê bi tevahiya şêwazan di nav de şerê taybet, nayên veşartin.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk Mesûd Bozê di hevpeyvînekê de li gel ajansa me axivî.

Mesûd Bozê pisporê mijarên şerê taybet û pêkanînên wê, rastiya rola Tirkiyê ya sûcdar li Efrînê û gelek bajarên din, şerê wê yê derûnî yê kirêt da ku bandorê li raya giştî bike û têkçûna wê ya diyar li ser erdê destnîşan kir.

Mesûd Bozê wiha domand: "Tirkiye bi binpêkirinên xwe li Efrînê û şerê derûnî dewleteke sûcdar e. Dema mirov baş dewletê binirxîne, mirov dibîne ku ew bê westan ji bo ku giyanê cudabûnê di navbera pêkhateyan de belav bike dixebite da ku destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi dest xistine, têk bibe. Tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav mozayîkekê de, bê ciyawazî, aramî, avakirin û pêşketinê de ne."

Di berdewama gotinên xwe de Mesûd Bozê destnîşan kir ku gelên herêmê ketin ferqa miqdara wêranbûna Efrînê li ser destê Tirkiyê. Ji ber wê sûd jê girtin û bi yekrêzî li dijî terora Tirkiyê, şerê wê yê giştî û taybet disekinin.

Her wiha Mesûd Bozê rola saziyan destnîşan kir. Mesûd diyar kir ku ew sazî roleke çalak di eşkerekirina rêbazên hikumeta Tirkiyê yên derûnî de dilîzin û wiha domand: "Hikumeta Tirkiyê li meydanên navdewletî de dualiyê bi kar tîne û rastiyan berovajî dike. Ji aliyekê ve desteka DAIŞ`ê dike û ji aliyekî din ve îdia dike ku ew şerê wê dike. Ev rastî nayên veşartin, hemû hatine belgekirin."

Mesûd Bozê destnîşan kir ku Tirkiye di şerê xwe yê derûnî de li ser erdê têk çûye û wiha pê de çû: "Her mirovek şahidê rastiya hovîtiya Tirkiyê li herêmê ye û ew hewl dide Tûraniya faşîst zindî bike. Kuştin an talankirin an jî şewistandin ne girîng e! Ji ber tenê armanca wê xeyalên xwe yê zindîkirîna projeya Osmanî ye."

Di dawiyê de Mesûd Bozê wiha got: "Ewlehî, avakirin û pêşketina ku li herêmê di bin banê Rêveberiya Xweser de bi giyanê biratiyê di navbera pêkhateyên wê de bi pêş dikeve û ew jî amade ne ji bo rûmeta xwe fedakariyan bidin. Dayîna zarokên xwe, şahidiya herî mezin a xurtbûna hêza wan, yekrêziya refa wan û têkçûna şerê Tirkiyê yê giştî û taybet e."

(şx)

ANHA