Ji devê şervanên berxwedana Kobanê, berxwedan

Berxwedana Kobanê bû kilîta têkbirina çeteyên DAIŞ’ê. Ji her aliyê Kurdistanê ve Kurdan xwe kirin mertal û ciwan herikîn Kobanê. Şervanên ku tevlî berxwedana Kobanê bûne, bîranînên xwe yên berxwedanê vegotin.

Ji devê şervanên berxwedana Kobanê, berxwedan
Ji devê şervanên berxwedana Kobanê, berxwedan
Ji devê şervanên berxwedana Kobanê, berxwedan
Ji devê şervanên berxwedana Kobanê, berxwedan
Ji devê şervanên berxwedana Kobanê, berxwedan
Ji devê şervanên berxwedana Kobanê, berxwedan
Ji devê şervanên berxwedana Kobanê, berxwedan
26 ÇILE, 2019   08:14

HÊVÎDAR HERANÎ / KOBANÊ

Di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Kobanê kirin. Şêniyên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgirya dewleta Tirk a dagirker, warê xwe bi cih hêlan û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Lê hinek ciwanên Kobanê jî di nav de ji her çar parçeyên Kurdistanê ciwan hatin Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ’ê singa xwe kirin sîper.

Yek ji şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Agirî ji şervanên destpêkê yên YPG’ê ye. Agirî di destpêka avakirina Yekitiya Xweparastina Kurdistanê (YXK) de ku bi rêbertiya şehîd Xebat Dêrik hatibû avakirin, cihê xwe girt ku di sala 2012`an de navê wê dibe YPG.

Siyamend Agirî behsa berxwedana bêhempa ya li Kobanê kir û got berxwedana Kobanê bû destpêka têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li tevahiya cîhanê. Ji ber ku hêzeke ew qas dewlet piştgiriya wê dikin, kesî nikaribû bişikanda, lê ciwanên Kurd karîn bi derfetên kêm xwe li dijî hêzeke terorê ku bi navê DAIŞ’ê şer bikin, navê berxwedana Kurdan di dîrokê de binivisîn, hêz û îradeya xwe ji cîhanê re îsbat bikin.

"Binketina Kobanê xeyala Erdogan bû"

Siyamend Agirî wiha axivî: “Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, me dizanibû ku wê êrîş bike, beriya ku êrîşî bajarê Kobanê bike, êrîşî balafirxaneya bajarê Tebqayê, navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqayê kir. Paşê berxwedana bajarê Kobanê, çeteyên DAIŞ’ê ku tu hêzan pê nikaribû, li Kobanê şikandin."

Siyamend Agirî da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewletên derve derdora 6 mehan haziriyên xwe ji bo êrîşa Kobanê kirin, her wiha di wê demê de têkiliya DAIŞ’ê û dewleta Tirk xuya bû, ji ber ku wê demê dewleta Tirk bi hiceta tirba Suleyman Şaj çeteyên xwe bi hev diguhertin û derbasî Rojava dikirin. Ji aliyekî din ve jî Erdogan rojane bi rêya çapemeniya xwe binketina Kobanê daxwaz dikir, rojane digot "Kobanê ha îro dikeve ha sibê."

"Her şehîdek ji me re dibû soza xurtkirina berxwedanê"

Agirî diyar ku dema çeteyên DAIŞ’ê derbasî Kobanê bûn, 17 hezar çete ji bo şerê Kobanê hatibûn amadekirin. Dema ku şer dest pê kir Siyamed Agirî wekî her şervanekî li cem hevalên xwe sekinî û beşdarî şerê di nava bajêr de bû. Siyamend dibêje dema ku hevalek li rex hevalekî birîndar dibû yan jî şehîd dibû, hevalên din çeka wî/wê li erdî nedihişt û her tim moral ji wan hevalên xwe yên birîndar digirtin.

"Me bi çekên sivik li hember tankên wan şer dikir"

Siyamend Agirî çîroka xwe ya berxwedanê wiha domand: "Dema me berxwedan dikir, di destpêkê de tu kes ji me re nebû alîkar, me heta deriyê sînorê Tirkiyê li ber xwe da û em tu carî paşde venekişiyan, paşê di dawiyê de hêzên pêşmergeyan ji aliyê çek û zexîreyan de bûn alîkar û hêzên koalîsyonê bi balafirên xwe alîkariya me kir, lê serkeftina me ya herî mezin ew bû ku me bi çekên xwe yên sivik li hember tankên wan li ber xwe dida."

Piştî ku Kobanê di 26’ê Kanûna 2015’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, Siyamend Agirî derbasî şerê gundan dibe û di şerê gundên rojavayê Kobanê de birîndar dibe.

Piştî birîndar bû jî xebata xwe berdewam kir

Şirîn Osman jî wek jineke ciwan ku ji bajarê xwe Kobanê hez dike, ji bo bajarê xwe parçeyek ji canê xwe daye. Tevî birîndarbûna xwe dev ji karê xwe yê xizmeta gel bernedaye û heta niha xebata xwe ya civakî dewam dike.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Kobanê dikin, Şirîn bi malbata xwe re derbasî bakurê Kurdistanê dibe. Şirîn derbasî bakur dibe, lê xewn û xeyala wê ew e ku vegere bajarê xwe, piştî ku israr dike vegere bajarê xwe Kobanê û dibêje  "Eger ez îro koçber bûme, dê kî bajarê min ji min re rizgar bike û biparêze." Wê demê Şirîn û 3 hevalên xwe derbasî Kobanê dibin. Şirîn xwedî kesayeteke ku bi jêhatîbûna xwe tê naskirin û dixwaze her tim di xetên pêş de cih bigire.

Piştî ku Şirîn perwerdeyê dibîne, rasterast derbasî nava şer dibe. Di destpêkê de cihê xwe di şerê Kolana 48’an dibe, paşê derbasî şer ser rêya Helebê dibe. Li wir Şirîn li ser çeka xwe şer dike, di wê demê de guleyek li çavê Şirînê dikeve, çavekî xwe ji dest dide û kor dibe. Piştî ku hevalên wê jê re dibêjin çavekî te kor bûye, wê demê Şirîn bi rûkeniya xwe dikeve û dibêje "Dema ku ez ji bo rizgarkirina bajarê xwe hatim, min tiştek neda pêş çavên xwe û çavê min ji Kobanê ne bihatir e."

‘Hemû hevalên gazî sembolên berxwedanê ne’

Tevî ku Şirîn dibe gazî, dîsa jî dev ji xebata xwe ya di nava şoreşê de bernade û heta niha di Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de xebata xwe dewam dike. Şirîn bi taybetmendiyên xwe kesayeteke cuda ye, tu carî ji ber windakirina çavê xwe xemgîn nabe, berovajî wê bêhtir moralê dide derdora xwe û ji hevalên xwe yên gazî re wiha dibêje: "Em bi gazîbûna xwe kêfxweş dibin, ji ber ku hemû hevalên gazî dema em dibînin, sembola berxwedanê nîşan didin."

ANHA