Şervanên QSD`ê depoyeke cebilxaneyê bi dest xistin

Şervanên QSD`ê di encama operasyonên paqijkirin herêmên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatî rizgarkirin de depoyek cebilxaneya çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistin.

Şervanên QSD`ê depoyeke cebilxaneyê bi dest xistin
Şervanên QSD`ê depoyeke cebilxaneyê bi dest xistin
Şervanên QSD`ê depoyeke cebilxaneyê bi dest xistin
Şervanên QSD`ê depoyeke cebilxaneyê bi dest xistin
Şervanên QSD`ê depoyeke cebilxaneyê bi dest xistin
Şervanên QSD`ê depoyeke cebilxaneyê bi dest xistin
26 ÇILE, 2019   07:52

DÊRAZORÊ

Nûçegihanê me yên ku qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê dişopînin ragihandin ku şervanên QSD’ê di encama operasyonên lêgerîn û paqijkirina bermayên çeteyan de, şevê din li gundê Meraşlî yê  gundewarên Dêrazorê depoyeke cebilxaneya DAIŞ’ê bi dest xistin.

Çekên ku hatin dîtin ev in: Çekeke doçka, miqadareke mezin ji çekên kelaşînkovê, gelek guleyan doçka û kelaşînkovê. Her wiha miqdareke mezin ji mayînên bi gelek cureyên xwe ku ji aliyê Rûsya ve hatine çêkirin.

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku gelek çek û cebilxane ji ber ku hatibûn mayînkirin ji bo ewlehiya şervanan hatin îmhakirin.

Nûçegihanên me diyar kirin ku operasyonên paqijkirin û lêgerînê li herêmên hatîn rizgarkirin de didomin. Her wiha şervan di quncikên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê de pê de diçin.

(bx/bm)

ANHA