Şêxê êla El-Birêc: Kê ji Erdogan re got ku ewlehî li herêmê tune ye

Mihemed Nûr El-Zîb şêxê êla El-Birêc a ku şaxek ji êla El-Efdalê ya mezintirîn êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, hewldanên destwerdana Tirkiyê di herêmê de red kir û wiha got: “Kê ji Erdogan re gotiye ku ewlehî li heremên me tune.”

Şêxê êla El-Birêc: Kê ji Erdogan re got ku ewlehî li herêmê tune ye
26 ÇILE, 2019   06:32

DICLE EHMED/KOBANÊ

Şêxê êla El- Berîc Mihmed Nûr El- Zîb derbarê gefên Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan û îdaya herêma “ewle” ya ku Erdogan qalê dike nirxand. Mihemed Nûr El- Zîb got: “Me banga Erdogan an jî tu kesî din nekiriye. Wek gelê Sûriyê em ê pirsgirêkên xwe bi xwe û beyî mudexeleya derve çareser bikin. Em di nav ewlehiyê de ne û ev çend salin tecrûbeya me ya demokraîk heye. Erdogan jî wê tecrûbeyê û ewlehiyê tehdîd dike."

Şêx Mihemed Nûr El-Zîb her destwerdanek di kar û barên herêmê de yên hundirîn red kir û bal kişand ser hewldanên wan ji bo avakirina jiyana hevpar, avakirina sazî, partiyên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şêx Mihemed Nûr El-Zîb da zanîn ku ew destwerdana kar û barên dewletên din nakin û dixwazin têkîliyên wan bi dewletên cîran re baş bin.

‘Dijminê kal nabe dost’

Şêx Mihemed Nûr El-Zîb gotinên xwe wiha berdewam kir: “Gotina dîrokî ya (dijminê kal nabe dost) isbat dike ku kujerê zarokan nabe dost. Dijminahiya Tirkiyê li hember gelê Sûriyê ji serdema kalên wan ve (Osmanî) de heye. Niha jî Erdogan bi tevahiya hêza xwe dijminahiya dewlet û gelên cîran dike."

 Şêxê êla El-Berîc Mihemed Nûr El-Zîb wiha bersiva îdea û kiryarên Erdogan da: “Kê ji Erdogan re gotiye ku ewlehî li heremên me tune ye yan jî jê xwestiye herêma ewle ava bike? Em ji kesên ku dibêjin ewlehî li herêmê tune ye, bila kerem bikin û bi çavên xwe jiyana me ya ewle, azad û hevgirtina pêkhateyên herêmê bibînin. Bi kijan hincetê dibe bila bibe, em her destwerdanekî red dikin. Hêza ma heye ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin, xwe, herêmên xwe di nav Rêveberiya Xweser de û saziyên xwe biparêzin. Cihê Erdogan an jî çeteyên wê  di nav me de tune ye."

Şêxê êla El-Berîc Mihemed Nûr El-Zîb di dawiya gotinên xwe de bang li gelê Sûriyê kir ku vegerin rûpelên dîrokê, kiryarên dewleta Osmanî li herêmê nas bikin û mîna pêşiyên xwe çawa Osmanî ji herêmê qewirandin, Erdogan jî ji herêmê biqewrînin.”

(şx/bm)

ANHA