ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2019
26 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Rêxistina PYD‘ê ya bajarê Qamişlo kongreya xwe ya sêyemîn li dar dixe, saet 08:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Kobanê şehîdên meha Çileyê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicleyê têne bi bîranîn, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnamevanên herêmî rolek mezin di ragihandina bûyerên berxwedana dîrokî ya Kabonê de lîstin û dengek cîhanî hevgirtî ji bo desteka şervanan ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokeşîrê El-Birêc Mihemednûr El-Zîb mudexeleya Tirkiyê di herêmê de red kir. Her wiha teqez kir ku Erdogan ewlehiya Bakurê Sûriyê tehdîd dike û cihê wî di nav wan de tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk Mesûd Bozê şerê derûnê ji aliyê Tirkiyê ve destnîşan kir û diyar kir ku Tirkiyê hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne. Her wiha Mesûd Bozê teqez kir ku gel têgihaştiye wê rastiyê ji ber wê bi yekrêzî li dijî terora Tirkiyê û şerê wê yê taybet disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dema çeteyên DAIŞ‘ê bi desteka dewleta Tirk 15‘ê Îlona 2014‘an de êrîşî Kobanê kir, gelê Kurdistanê û li tevahî cîhanî li hemberî êrîşan serî hildan. Di sala 2014‘an de berxwedaneke mezin hate meşandin ku hevsengî da guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Artêşa Tirk a dagirker dema ku êrîşî kantona Efrînê kir, bi dehan komkujî li ser sivîlan kirin, di encamê de bi dehan zarok bûne qurbanî. Ji wan komkujiya li ser malbateke koçber bû, ku xaleke reş di dîroka dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de zêde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berxwedana Kobanê bû kilîta têkbirina çeteyên DAIŞ’ê. Gel û şervanên wê xwe kirin mertal û bajarê xwe azad kirin. Şervanên ku tev li berxwedana Kobanê bibûn, bîranînên xwe yên berxwedanê vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Minbicê bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi Leyla Guven re meşekê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Girêdayî rewşa siyasî û pêşketinên li herêmê rû didin, komxebata danûstandinên Sûrî li dibistana Sînaaya ya bajarê Minbicê tê lidarxistin. Komxebat dê ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a MSDê Hesen Mihemed Elî û Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ve were birêveberin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

- Di vê hefteyê de bûyerên girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dane, jê çalakiyên bi wesîleya salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê, însyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava a bi armanca yekîtiya Kurd li Bakurê Sûriyê, her wiha pêşketinên şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de û rizgarkirina sivîlan. (BI WÊNE).

DOSYA

-Tirkiyê gelek hêviyên xwe li ser ketina Kobanê ava kiribûn. Hemû hewldanên xwe kirin da ku Kobanê bikeve, lê piştî ku YPG’ê ala xwe li girê herî bilind ê bajêr hilda, her tişt guhertî û xewnên Tirkiyê jî winda bûn. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

-Enwer Muslim şikandina DAIŞ li Kobanê wekî destpêka rakirina xeteriya DAIŞ‘ê li Sûriyê bi nav kir û anî ziman ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû pêkhateyên wê rêzê ji cîrantiya bi Tirkiyê re girtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna ji bo Leyla Guven Kongreya Star a navçeya Qenaya ya kantona Kobanê meşekê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermendara YPJ`ê Milîtan Dêrik teqez kir ku berxwedana Kobanê bi pêşengtiya jina ku şerê çeteyên DAIŞ`ê kiriye, destpê kir. Berxwedan li tevahiya cîhanê deng veda û bû sedema ku gelek jinên enternasyonalîst tev li YPJ`ê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Tenduristiyê ya navçeya Eyn Îsayê nexweşxaneyekê bi navê "Şehîd Umer Elûş"vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çandina genim ji hilberînên sereke û stratejîk li Reqayê ne. Di encama barîna baranê de, çandina genim dereng maye. Ew jî bandorek neyînî li paşdeçûna çandina genim û hilberîna herêmê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Dirbesiyê hewl dide gelek projeyên xizmetguzariyê ji şêniyên navçeyê re pêşkêş bike. Jê projeya avakirina geraca kamyonên mezin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA