Ji bo têkoşer Dilşêr sersaxî hate xwestin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji saetên serî sibehê ve herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîdê QSD‘ê Hemze El-Selmo (Dilşêr) ku di "Şerê Tinekirina Terorê" de li gundewarên Dêrazorê şehîd bibû.

Ji bo têkoşer Dilşêr sersaxî hate xwestin
25 ÇILE, 2019   16:55

QAMIŞLO

Konê sersaxiyê li gundê Qisûrkê yê navçeya Tirbespiyê hatibû vedan. Di bin kon de deqeyeke rêz hate girtin. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêveberê meclisê Mihemed Zekî Îbrahîm, ji rêveberên QSD‘ê Ronak Tirbespiyê, bi navê Partiya Yekitiya Suryan endamê partiyê Jorj Yûsif axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hatin xwestin û hate gotin, kombûna di bin konê de delîlê yekîtiya wan e û nameyeke ji dijmin re ku ti kes nikara projeya demokratîk têk bibe.

Fermandarê QSD‘ê Ronak Tirbespiyê soza şopandina rêya şehîd Dilşêr da.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA