150 çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin

Li eniya El-Sûsê û gundê Meraşidê 150 çeteyên DAIŞ‘ê di nav de kesên xwekuj hene xwe radestî QSD‘ê kirin.

150 çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin
25 ÇILE, 2019   17:16

DÊRAZOR

Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê bi hemû hêza xwe berdewam e. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêşde diçin û deverên din ji DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Nûçegihanên me ragihandin ku li eniya Sûsê û gundê Meraşidê 150 çeteyên DAIŞ‘ê ku piraniya wan biyanî ne xwe radestî şervanên QSD‘ê kirin.

Nûçegihanên me diyar kirin ku ji çeteyên xwe radest kirin ên xwekuj hene.

ANHA