Di çalakiyên li Xezayê de: 22 kes birîndar bûn

Di çalakiyên îro li Xezayê hatin lidarxistin de di nav de 2 zarok 20 welatiyên Filistînê birîndar bûn û bi dehan jî di bin bandorê gaza rûndikrêj de man.

Di çalakiyên li Xezayê de: 22 kes birîndar bûn
25 ÇILE, 2019   16:32

XEZA

Di saetên piştî nîvro de bi hezaran welatiyên Filistînê ji bo beşdarî çalakiya îna 44‘an a Meşa Mezin a Vegerê bibin herikîn sînorê Xezeya rojhilatê.

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku li rojhilatê bajarê Refeh ê başûrê Xezayê û rojhilatê kampa Birêc ê navenda Xezayê di navbera welatiyên Filistînê û Hêzên Îsraîlê de pevçûn rû da. Her wiha ragihandin ku hêzên Îsraîlê guleyên raste rast û bombeyên rûndikrêj avêtin. Di encamê de 22 kes bi guleyan birîndar bûn û bi dehan jî di bin bandore gaza rûndikrêj de man.

Ji destpêka çalakiyên Meşa Mezin a Vegerê ve ku di Adara 2018‘an de destpê kir, 262 kes bi guleyên Hêzên Îsraîlê mirin û nêzî 26 hezar jî birîndar bûn.

ANHA