Li Efrînê binpêkirin roj bi roj zêde dibin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek dibistanên Efrînê veguherandine baregehên leşkerî. Duh jî beşeke din ji çeteyan di bin ala Tirkiyê de derketin û îdia dikin ku ew ê parastina xaka Sûriyê bikin.

Li Efrînê binpêkirin roj bi roj zêde dibin
Li Efrînê binpêkirin roj bi roj zêde dibin
Li Efrînê binpêkirin roj bi roj zêde dibin
Li Efrînê binpêkirin roj bi roj zêde dibin
Li Efrînê binpêkirin roj bi roj zêde dibin
25 ÇILE, 2019   14:00

EFRÎN

Salek derbas bû ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kiriye. Hemû şêwazan li dijî pêkhateyên herêmê ji qirkirina etnîk li dijî sivîlan, rûxandina bi dehan mezarên olî û şûnwaran, her wiha rûxandina binesaziya herêmê pêk tînin.

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kiriye, dest bi talankirina mal û milkên sivîlan kirin, her wiha zêdetirî 3 hezar sivîl revandin, bi dehan sivîl kuştin, bi hezaran darên zeytûn û hinaran birîn û dişewitînin û tiştên li şûnwaran didizin.

Dibistan kirin baregehên leşkerî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku Efrîn dagir kiriye, dest bi binpêkirinan li kantonê kir. Tu tişt ji hovîtiya wan nefilitî. 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan dibistanên Efrînê veguherandin baregehên leşkerî. Bi rêya dezgehên çapemeniyê yên girêdayî wê belav dike ku wan cihan ji bo dewreyên perwerdeyê yên çeteyan bi kar tînin. Herî dawî jî duh dewreya bi navê "Polîsên Sivîl" bi dawî kirin.

Dewleta Tirk a dagirker zimanê tirkî li ser şêniyan ferz kiriye û ala Tirkiyê li ser hemû saziyên Efrînê hildaye.

Diziya zeytûn û zeytê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berhemên zeytûnan ên şêniyên Efrînê dizîn. Piştî wê çeteyên bi navê "Firqet El-Hemzat" ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, li gundê Qudê bi dehan tenekeyên zeyta zeytûnan (nêzî 70 teneke) dizîn.

Li gorî çavkaniyên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker makîneyên dirûtinê yên şêniyên Efrînê ku ji ber kiryarên çeteyan neçar mane ku dev ji malên xwe berdin û xwe li herêmên Şehbayê bi cih kirine, dizîn. Her wiha mal û milkên şêniyan talan dikin.

Artêşa Tirk a dagirker malên şêniyan li çeteyên xwe belav dikin. Piştî wê bi dehan malên din veguherandine baregehên leşkerî. Ji wan, malek a welatiyê bi navê Ednan Bîlal ê ji gundê Qudê yê girêdayî navçeya Racoyê ye û niha jî çeteyên Firqet El-Hemzat di malê de bi cih bûne.

Nasnameyên Tirkiyê li şêniyên Efrînê ferz dikin

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re ku 31`ê Adarê dê werin lidarxistin û ji ber Erdogan û partiya xwe di nava gel de paşde ketine, çavkaniyên ji Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nasnameyan li şêniyên Efrînê ferz dikin da ku dengên wan qezenc bikin.

(bx)

ANHA