‘Heke Tirkiye destê xwe ji herêmê bikişîne dê aştî pêk were’

Di merasîma sersaxiya 4 şehîdan de fermandar Şengal Til Koçer got Tirkiye ku li her deverê tevliheviyê çêdike, îro îdia dike ku ew ê “herêmeke ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike lê belê heke ew destê xwe ji herêmê bikişînin, dê aramî û aştî li herêmê pêk were.

‘Heke Tirkiye destê xwe ji herêmê bikişîne dê aştî pêk were’
‘Heke Tirkiye destê xwe ji herêmê bikişîne dê aştî pêk were’
‘Heke Tirkiye destê xwe ji herêmê bikişîne dê aştî pêk were’
‘Heke Tirkiye destê xwe ji herêmê bikişîne dê aştî pêk were’
25 ÇILE, 2019   13:09

QAMIŞLO

Şêniyên herêma Dêrikê sersaxî ji malbatên 2 şervanên YPG`ê Mezlûm Çîmen (Çekdar Rêdûr) û Wanî Malay (Şikir Amed), şervana YPJ`ê Sungul Aktî (Hîra Viyan Amed) û şervanê QSD`ê Xalis Mihemed (Alan Merzûqa) re xwest. Konê sersaxiyê li navçeya Til Koçber cihê jidayikbûna şehîd Alan Merzûqa hate vedan.

Di konê sersaxiyê de wêneyên şehîdan, alên YPJ, YPG û QSD`ê hatin daliqandin.

Fermandarê YPG`ê Şengal Til Koçer di merasîmê de axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha anî ziman: "Em sersaxiyê ji bo malbatên şehîdên xwe û hemû hevrêyên xwe yên li eniyên şer dixwazin. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye şehîdên me pêşengên me yên manewî ne. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin û parastina destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin, bikin."

Fermandar Şengal got Tirkiye tevliheviyê li hemû deveran derdixe, îro jî îdia dike ku ew ê “herêmeke ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji wan re dibêjin heke hûn destê xwe ji herêmên me bikişînin, dê aştî û aramî li her derê çêbe."

Paşê bi navê meclisa navçeya Girkê Legê, bi navê Meclisa Til Koçer, Kongreya Star û PYD`ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan û berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker hat dayîn.

Paşê wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA