HPG: Hêzên me li Îdîrê li yekîneyeke veşartî dan

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê hêzên wan li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker li derdora qereqola Korxan a Îdîrê dan. Di vê çalakiyê de herî kêm leşkerek hatiye kuştin.

HPG: Hêzên me li Îdîrê li yekîneyeke veşartî dan
25 ÇILE, 2019   13:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandian û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla û bomberdimanên balafirên şer ên artêşa Tirk, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya HPG`ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê, 24’ê Çile saet derdora 12:00’an li dijî yekîneyeke veşartî ya li derdorî Qereqola Korxan a Îdirê çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiya  karîger de li dijî  yekîneyên dijmin, bi kêmamî leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dijmin cihê çalakiyê bi ketûber dane ber guleyan.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 24’ê Çileyê li dijî deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîne.

Balafirên şer ên Tirk saet derdorî 10:00-10:30’î li derdorî Gundê Yekmalê yê girêdayî Garê ligel devera Kûnîşka û Çemço ya girêdayî Zapê bombe kiriye.

Saet navbera 16:00-16:30’î jî balafirên şer devera Xinêre bombe kiriye.

Di van bomberdûmanên pêk hatine de ti windahiyên gerîla nebûne.”