Kampa Vegerê koçberên ji Efrînê pêşwazî dike

Zêdetirî 40 malbatên ji kantona Efrînê li Kampa Vegerê bi cih bûne. Rêveberiya kampê amadekariya vekirina sûkeke gelerî dike, ji bo ku şênî pêwîstiyên xwe jê bikirin. Her wiha şêniyan darên zeytûnê li kampê çandin.

24 ÇILE, 2019   08:19

CAFER CEFO / EFRÎN

Piştî dagirkeriya Tirkiyê li ser kantona Efrînê, bi deh hezaran gelê Efrînê bi dare zorê ji malên xwe derketin û berê xwe da navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê û li malên wêrankirî, dikan, dibistan û kampên ku rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kirine, rûniştin.

Bi armanca bicihkirina hemû malbatan, bi îniyatîfa Şaredariya Gel a navçeya Şêrawa û hevkariya Desteya Şaredariyan a Efrînê,  Kampa Vegerê di Cotmeha sala borî de li gundê Zaretê ava kirin ji bo bicihkirina şêniyên ku di malên wêrankirî, dibistan û dikanan de rûniştine.

Piştî 3 mehan ji vekirina kampê, rêveberiya kampê 140 kon amade kirin, hejmara niştecihên kampê gihîşt zêdetirî 40 malbatî yên ji gelek herêmên Şehba û gundên Şêrawa hatin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya meclisên xwe tevahî pêwîstî û karê xizmetê pêşkêş dike, niha jî amadekariyên vekirina sûkeke gelêrî ji bo pêkanîna pêdiviyên gel wekî sebze û pêwîstiyên jiyanî yên rojane, her wiha da ku bibe jêdera debara xwediyên bestan ji niştecihên kampê.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Ridwan Hiso ji şêniyên Efrînê yê li Kampa Vegerê dimîne, wiha got: “Bila dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê nefikirin em ji Efrînê derketin, em ê wê ji bîr bikin, lê em derketin ji ber ku em jiyana bêrûmet di bin dagirkeriyê de qebûl nakin. Em ê li nêzî Efrînê bin û bi her awayî li ber xwe bidin heya Efrîn rizgar dibe û ji nû ve vegerinê.”

Dayika Emîna Henan teqez kir ku  ew amade ne tevahî astengiyên jiyanî tehemûl bikin, dê li ber xwe bidin heta bi rûmet vegerin Efrînê.

Li ser rewşa kampê rêveberê Kampa Vegerê Semîr Ebdilrehman diyar kir ku bi hatina werza zivistanê û astengiyên jiyanî li dikan û malên wêrankirî hişt ew Kampa Vegerê bi lez vekin da ku şênî piştî peydakirina amûrên germkirinê tê de bi cih bibin. Heya niha 40 malbet tê de bi cih bûne, zêdetirî 100 kon hatine amadekirin ji bo pêşwazîkirina malbetên din.

Semîr teqez kir ku ew niha ji bo vekirina sûkeke gelêrî kar dikin da ku pêwîstiyên rojana yên şêniyên kampê bi cih bînin û derfetên kar jê re peyda bikin û bal kişand ser ku gel darên zeytûnê di kampê de çandin, ev jî girêdana efrîniyan bi axa xwe ve nîşan dide.

(dh)

ANHA