Ji bo tola tevahiya şehîdan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû

Şervana bi nav Hîba Zên di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de azadiya ku berê nedîtiye, dît. Armanca wê ew e ku tola şehîdan hilîne û çeteyên ku hewl didin ewlehiya şêniyan bihejînin, têk bibe.

Ji bo tola tevahiya şehîdan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû
Ji bo tola tevahiya şehîdan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû
Ji bo tola tevahiya şehîdan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû
Ji bo tola tevahiya şehîdan tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû
24 ÇILE, 2019   08:01

ŞÎLAN MIHEMED - ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Hîba Zên şervaneke Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye. 19 salî ye û ji bajarokê Tadif ê girêdayî bajarê Babê ye. Malbata wê mîna bi sedan malbatên Sûriyê di encama şerên ku li herêmê rû dane de û topbarana bêserûber a balafiran de ku sivîl dikirin hedef, koçberî Minbicê bûne.

Piştî ku malbat li Minbicê bi cih dibe, Hîba bi ciwanekî bi navê Eymren Ebdulrehman re yê ji şêniyên Minbicê, dizewice. Eymen şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye. Mîna gelek ciwanên bajêr bi armanca parastina xak û welat ji çeteyên DAIŞ`ê tev li meclisê bûye.

Eymen heya radeyeke ku nayê wesifandin ji welatê xwe hez dikir. Her tim di eniyên pêşîn de cih digirt. Eymen tev li pêngava rizgarkirina Tebqa û Reqayê bû. Eymen di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de di sala 2017`an de şehîd dikeve.

Tevlêbûna hêzê giyanê wê ji nû ve vegerand

Şehadeta hevserê Hîbayê bandoreke mezin lê kir. Ji ber wê piştî 5 mehan ji şehadeta hevserê wê û ji bo parastina yekbûna xak û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, Hîba tev li nav refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibe.

Girêdayî armancên wê ji tevlêbûnê Hîba Zên wiha got: "Armanca min parastina destkeftiyan e ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin û xaka ku hatiye rizgarkirin."

Di destpêkê de Hîba rastî nêrîna civakê ya li hember jinên şervan hat, lê ev nêrîn bi rûniştandina têgeha azadiya jinan û rola wê ya pêşeng di civakê de ji holê rabû.

Her wiha giyanê ku Hîba di nav refên meclisê de dîtiye, baweriya wê bi xwe xurt kir. Bi taybet piştî ku hejmarek mezin ji jinên bajêr tev li meclisê bûne, girêdayî vê Hîba ev tişt anî ziman: "Piştî tevlêbûnê ez tê gihîştim wateya rastîn a azadiyê."

Şervana Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hîba Zên soza şopandina rêya şehîdan û parastina yekbûna xak û destkeftiyên ku bi şoreşa wan hatine bidestxistin, dubare kir. Her wiha bang li tevahiya jinan kir ku tev li meclisê bibin û azadiya xwe ya ku çeteyan û pergala mêrdestiyê ew jê bêpar hiştine, bi dest bixin.

(şx)

ANHA