Li Reqayê şopên rojên reş tên geşkirin

Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên sererastkirina çerxereyên El-Naîm, El-Saa û Pira Kevn a Reqayê didomîne. Ev çerxerê di dema DAIŞ’ê de wek cihê qetilkirina gel dihatin bikaranîn. Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Hesen Mistefa wiha got: “Em dixwazin şopên dîroka reş ji mejiyê gel bibin.”

Li Reqayê şopên rojên reş tên geşkirin
Li Reqayê şopên rojên reş tên geşkirin
Li Reqayê şopên rojên reş tên geşkirin
Li Reqayê şopên rojên reş tên geşkirin
24 ÇILE, 2019   08:45

XALID EL-CUMA / REQA

Ruxmî derfetên kêm, Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên sererastkirina çerxereyên El-Naîm, El-Saa û Pira Kevn a Reqayê bi hevkariya Şaredariya Gel a bajêr didomîne.

Xebatên sererastkirinê gihaştin qonaxên dawîn. Lê ji ber rewşa hewa û barîna baranê ew xebat paşde mane.

Meclisa Sivîl a Reqayê bi însiyatîfekê teşeya Çerxerêya El-Naîm guhert da ku bibe seyrangehek. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Reqa dagir kir, ew çerxerê wek cihê qamçîkirin, qetilkirin û rejmkirina şêniyan bi kar dianî. Guhertina teşeya çerxerêyan ji bo serdema tarî ji bala şêniyan bike, hat kirin.

Navê rastîn ê Çerxerêya El-Naîm, Çerxerêya Sebî Behrat e. Her wiha di belgeyên fermî de hatiye tomarkirin ku navê çerxerêyê bi navê şehîd Hisên Cahid bê binavkirin.

Şehîd Hisên Cahid sala 1952’yan dema ku serbaz bû, şehîd bûye. Şehîd Hisên ji malbatek ji Bosneyê bû û li Reqayê bi cih bûbû. Di sala 1905`an de navê çerxerêyê bû El-Naîm. Navê El-Naîm navekî gelêrî ye, ji ber ku dikaneke besteniyan li cem çerxerêyê bû û navê wê El-Naîm bû, navê dikanê li çerxereyê kiriye.

Çerxerêya Al-Saa di sala 1965`an de hatiye avakirin. Ew jî mîna Çerxerêya El-Naîm di dema DAIŞ’ê de bûbû cihê qetilkirina şêniyan. Cenazeyên wan heya du rojan li lûtkeya birca Al-Saa darve dikirin. Di heman demê de çerxerêya El-Saa di nava gel de tê nasîn û cihê hevdîtin û kombûna gel e.

Pira Kevn a Reqayê, damara tekana a girêdana bajêr bi gundewaran başûrê bajêr çêdike. Pir, ji berê û heta niha jî ji aliyê şêniyan ve wek seyrangeh tê bikaranîn. Werşeyên kar ji bo amedekirina parçeyê hesin ê peykerê pirê dixebitin.

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê yê Reqayê Hesen Mistefa girîngiya pir û çerxerêyan nirxand û wiha got: “Ev cih, giringtirîn avahiyên bajarê Reqayê ne. Ji ber ku ev cih wek cihê kombûna şênî û mêvanan in.”

Hesen Mistefa gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em teşeya Çerxerêya El-Naîm diguherin da ku em dîroka wê ya reş a binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê yên qamçîkirin, qetilkirin û rejmkirina gel ji mêjiyê gel bidin jêbirin.”

(şx/bm)

ANHA