‘Herêmên me bi ewlene, pêwîstiya me bi Tirkiyê nîne’

Şêniyên Eyn Îsa destnîşan kirin ku  ew herêma bi “ewle” ya di bin serweriya dewlete Tirk a dagirker de napejirînin û wiha gotin: “Eger pêwîstî bi herêmek bi “ewle” hebe divê di bin çavdêriya hêzên Yonîfêl de be. Ji ber ku Tirkiye dixwaze polîtîkayên qikirin û koçberiyê pêk bîne.”

‘Herêmên me bi ewlene, pêwîstiya me bi Tirkiyê nîne’
24 ÇILE, 2019   07:24

EHMED EL-KEMYAN- SEYDO ÎBO/ GIRÊ SPÎ

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan, di 14’ê Çileyê de diyar kir ku wî bi Serokê Amerîka Donald Trump re li ser telefonê têkiliyên di navbera her du welatan de û rewşa Sûriyê axivîbûn û li hev kirine ku "herêma ewle " li Bakurê Sûriyê bi çavdêriya Tirkiyê ava bikin.   

Şêniyên Eyn Îsa herêma bi “ewle” ya ku dewleta Tirk a dagirker qalê dike nirxandin û gotin ew herêma “ewle” di bin çavdêriya Tirkiyê de napejirînin.

Şêniyê bi navê Mihemed Îsa bertek nîşanî daxwaza Tirkiyê kir û wiha got: “Pêwîstiya me bi herêma bi “ewle” ya Tirkiyê tuneye. Ji ber ku herêmên me bi ewle ne û di bin parastina zarokên me de ne. Lê eger pêwîstî bi herêma bi “ewle” jî hebe, divê di bin çavdêriya hêzên navdewletî de be.”

Şêniya bi navê Zerîfe Miwas jî got ew herêma bi “ewle” ya Tirkiyê napejirînin û wiha pê de çû: “Em destwerdana Tirkiyê napejirînin. Ji ber ku di senaryoya Tirkiyê de kuştin, dizîn, talan û tecawiz heye.”

Şêniya bi navê Şehnaz Dawûd jî destnîşan kir ku eger Tirkiye herêmek bi “ewle” dixwaze bila destwerdanê neke, ji ber ku herêmên wan bi ewlene.

(dh/bm)

ANHA