‘Projeya Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biserketiye’

Şêniyên herêma Dêrikê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, diyar kirin ku wê têkoşîna ji bo azadiya Ocalan bilind bikin.

‘Projeya Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biserketiye’
24 ÇILE, 2019   06:30

ÎSAM EBDELLAH – NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Tevî ku malbat û parêzer ji bo hevdîtinê  bi sedê caran serî li dozgeriyê dan, lê daxwaz bi hincetên cûda hatin redkirin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 12’ê Çileyê de hevdîtin bi birayê xwe re çêkir.

Şêniyên herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo, bertekên xwe nîşanî tecrîdê dan û li ser mijarê teqez kirin ku wê têkoşîna wan a li dijî tecrîdê berdewam bike.

Şêniyê bi navê Fermez Hemo got: "Armanca Tirkiyê ew e ku gelê Kurd ji fikr û felsefeya Rêbertî dûr bixîne, ji ber vê yekê ji dema girtina Rêberê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tecrîd hatiye ferzkirin.”

Hemo diyar kir ku Tirkiye fikr û felsefeya Ocalan wekî xeteriyekê li ser berjewendiyên xwe dibîne û wiha pê de çû: “Lewre bi koordîneya hêzên navdewletî re bi komployekê  Ocalan girtin. Bi heman armancê xwestin tevgera rizgariya Kurd tine bikin û doza gelê Kurd kirin hedefa xwe.”

Hemo destnîşan kir ku Ocalan mîmarê neteweya demokratîk e, sembola gelên bindest ên Rojhilata Navîn e, ji ber bi fikira xwe hemû planên aştî û ewlehiya gelan armanc digre. Ferrmez Hemo daxuyand ku serdana birayê Ocalan bi wî re têrê nake û wiha axivî: “Em bang li hemû gelên aştîxwaz kir ku berxwedana xwe bilind bikin, heta ku Ocalan ji girtîgeha faşîzma Tirk azad bibe.”

Şêniya bi navê Eyşe Ubêd jî li ser mijarê axivî û wiha got: “Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrûbeyeke serkeftî ye, ji ber ku xwe dispêre fikr û felsefeya neteweya demokratîk."

Eyşe Ubêd bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û gotinên xwe wiha domand: “Rêxistinên mafên mirovan û yên qanûnî ji bo Ocalan bi erka xwe ranabin. Ev 20 sale Rêberê Gelê Kurd di girtîgeha faşîzma Tirkiyê de ye, heta niha tiştek nekirine û parastina wî nakin.” Eyşe giringiya fikir û felsefeya Ocalan ji bo jinan nirxand û wiha got: “Felsefeya Ocalan ji bo jinan rojbûnek nû ye. Tevlêbûna jinan di her qadên jiyanê de berhemên fikrê Ocalan e.”

Eyşe Ubêd di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Ocalan ne tenê kesek e, lê belê nûnertiya vîna gelan dike û ne ji mafê tu kesî ye ku Ocalan ji gel dûr bixe.

(dh/bm)

ANHA