Muslim: Divê McGurk rastiyan ji aliyên peywendîdar re ragihîne

Salih Muslim bersiva daxuyaniya Brett McGurk a “Tirkiye hemû pêwîstiyan dide çeteyên DAIŞ’ê” da û diyar kir ku Tirkiyê sînorên xwe ji DAIŞ’ê re vekirine, ev di berxwedana Kobanê de diyar bû û wiha got: “Heta niha jî piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞ’ê re didome. Ev yek hatiye belgekirin. Çi kesê bixwaze terorê tune bike, divê sînorekî ji polîtîkayên Tirkiyê yên bêserûber re deyne.”

Muslim: Divê McGurk rastiyan ji aliyên peywendîdar re ragihîne
23 ÇILE, 2019   10:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Partiya Yekitiya Demokrtîk (PYD) Salih Muslim der barê daxuyaniya nûnerê berê yê navneteweyî Brett McGurk a “Tirkiye hemû pêwîstiyan dide çeteyên DAIŞ`ê” de ji ajansa me re axivî.

Muslim got wan gelek caran tiştên di daxuyaniya McGurk de hatin gotin, teqez kirine û wiha axivî: “Ev rastî di berxwedana Kobanê de bi awayekî berbiçav hatiye diyarkirin. Heta niha jî ev yek didome. Wek îro jî her ku çeteyên DAIŞ’ê tengav dibin Tirkiye gefên xwe zêde dike.”

Muslim da zanîn ku diviya McGurk ji beriya niha ev daxuyanî bida û wiha pê de çû: “Ya girîng ew e ku birêz McGurk niha vê rastiyê ragihîne aliyên peywendîdar. Her wiha bang li rêveberiya Amerîkayê bike ku vê rastiyê bibîne.”

Salih Muslim destnîşan kir ku wan gelek caran teqez kiriye ku divê sînor ji aliyên terorîstan wek amûrekî ji bo destkeftiyên siyasî bi kar tînin, were danîn.

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê PYD`ê Salih Muslim got her kesê ku dixwaze terorîst tune bibin divê sînor ji polîtîkayên Tirkiyê yên bêserûber re deynin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku nûnerê berê yê Amerîkayê di Koalîsyona Navdewletî de li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk daxuyanî da ku pêwîstiyên çeteyên DAIŞ`ê bi rêya sînorê Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn û ev yek ji wan re bi êş bû ji ber ku Enqereyê barê ku diket ser milê wê, pêk neanî.

(bx/bm)

ANHA