3`yemîn kongreya PYD’ê li Serêkaniyê dest pê kir

3`yemîn kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk a bajarê Serêkaniyê bi dirûşma “Bi vîn û rêxistinê, Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî ava bikin” dest pê kir.

3`yemîn kongreya PYD’ê li Serêkaniyê dest pê kir
3`yemîn kongreya PYD’ê li Serêkaniyê dest pê kir
3`yemîn kongreya PYD’ê li Serêkaniyê dest pê kir
3`yemîn kongreya PYD’ê li Serêkaniyê dest pê kir
3`yemîn kongreya PYD’ê li Serêkaniyê dest pê kir
3`yemîn kongreya PYD’ê li Serêkaniyê dest pê kir
23 ÇILE, 2019   10:18

HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro di saetên serê sibê de sêyemîn kongreya di bin dirûşma “Bi vîn û rêxistinê, Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin” dest pê kir. Kongre li Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî tê lidarxistin.

Di kongreyê de pankartên “Em ê bi berxwedanê şoreşê û destkeftiyan biparêzin” alên PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

300 delegeyên ji Serêkaniyê bi cil û bergên folklorîk tev li kongreyê bûn. Her wiha gelek kesayetên partiyên siyasî, oldar, êlên eşîran, şandeyek ji Xweseriya Demokratîk, hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen di kongreyê de amade bûn.

Kongreyê bi axaftina hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen dest pê kir. Şahoz Hesen di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû delege û mêvanan, bal kişand ser pêkhateyên ku tev li kongreyê bûne û wiha got: “Hebûna gelên ku niha di kongreyê de amade bûne, sîstema neteweya demokratîk nîşan dide ji ber ku Serêkaniyê mînaka  jiyana hevbeş li ber çavên her kesî ye.”

Şahoz Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hebûna gelan qebûl nake û wiha pê de çû: “Partiya ku bingehê wê li ser xwîna şehîdan hatiye avakirin, tê hedefgirtin. Partiya ku di Sûriyê de vîna gel temsîl dike û hevbeşiyê ava dike, PYD ye. Hemû pêkhate li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya neteweya demokratîk ji xwe re hilbijart. Ev proje ji tevahiya Rojhilata Navîn re bû mînak. Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkeriya Efrînê niha dixwaze wan herêmên din jî dagir bike. Herêmên ku rizgar bûne tên armancgirtin. Hovîtiya li Efrînê berdewamkirina DAIŞ’ê bû. Planên Tirkiyê li Efrînê pûç bûn.”

Şawoz Hesen da zanîn ku tu dewlet naxwazin pirsgirêka Sûriyê çareser bibe û wiha pê de çû: “Hemû dewlet dixwazin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya xwe ferz bikin. Berjewendiyên dewletan li dijî hebûna gelan in. Em jî dixwazin çareseriyê ava bikin û li tevahiya Sûriyê demokrasiyê belav bikin.”

Şahoz Hesen bal kişand ser “herêma ewle” ku Tirkiye qalê dike û wiha axivî : “Gefên dewleta Tirk a dagirker li ser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Tirkiye ji 2011`an heya roja îro gefan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ev herêm bi giştî ewle ne. Ev pêşketinên heyî wê serkeftinên herî mezin bi dest bixin. Dewleta Tirk a dagirker destkeftiyan hedef digire. Her wiha dewleta Tirk a dagirker dibêje em ê cihekî ewle çêkin. Hebûna Tirkiyê di herêmê de xetereyê çêdike. Îro dewleta Tirk hebûna gelan hedef digire û dibejê ez ê we tune bikim. Ji bo we jî herêma ewle ku Tirkiye dibêje, herêma tunekirina gelên herêmê ye.”

ANHA