Hikumeta Lubnanê di hefteya bê de ava dibe

Serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî duh ragihand ku ew ê di nava hefteyekê de hikumeteke nû ava bikin.

Hikumeta Lubnanê di hefteya bê de ava dibe
23 ÇILE, 2019   10:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî di serdana xwe ya bi serokê hikumetê Seed El-Herîrî li navenda hevserokatiya duyemîn li Eyn El-Tînê duh ji rojnamevanan re axivî û wiha diyar kir: "Atmosfer çalak e û serok El-Herîrî di hewldanan de ye û di hefteyekê yan kêmtir de dê hikumeta pêşerojê bê dîtin.”

Nebîh Berî wiha dewam kir: "Ez çêkirin û berjewendiyên welat nas dikim û dizanim çi dixwaze taybet di êrîşên Îsraîlê de û her pêşketinek di rewşa me de çêbe, ne hikumet û ne kesên kêfxweş dikarin xetereyê li ser çarenûsa welat çêke.”

Berî da zanîn ku eger hikumet neyê avakirin, ew ê ji meclisa wezaretê bixwazin ku di mijara wekheviyê de li dar bixin û derfetên lidarxistina civînên zagonsaz diyar bikin.

Seed El-Herîrî berê bi serok Mîşal Ewn re girîngiya avakirina hikumeteke nû di zûtirîn demê de teqez kiriye û diyar kir ku welat nikare bêyî hikumet dewam bike.

(jo)