Li Dêrazorê komeke qaçaxçîtiya çekan hate girtin

Li Dêrazorê Hêzên Ewlehiya Hundirîn komeke ku li rojhilatê Dêrazorê bazirganiya çekan dikir, tevî gelek çek û cebilxaneyan girt.

Li Dêrazorê komeke qaçaxçîtiya çekan hate girtin
23 ÇILE, 2019   09:39

DÊRAZOR

Piştî ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn agahî li ser koma bazirganiya çekan girtin, ew xistin ber şopandinê.

Bi teqezkirina agahiyan re, Hêzên Ewlehiyê, li gundên rojhilatê Dêrazorê, operasyonek li dijî navendeke qaçaxçiyan pêk anî û bazirgan tevî çek û cebilxaneyan girtin.

Çek û cebilxaneyên ku hatin girtin ev in: Topavêjeke hewanê (60 mm), 14 topên hewanê, 4 topên ABG, 15 kalaşnikov, BKC’yek, dronek, 7 bombeyên destan, 10 demançe, 1100 guleyên kalaşnîkov û BKC’yê, 8 çekên Pistachio, 2 kalaşînikovên NATO’yê, dûrbînek û 25 jarjorên çekan.

Kaçaxçî radestî Komîteya Lêpirsînê kirin da ku der barê wan de tedbîrên zagonî bên girtin.

(jo/bm)

ANHA