Li ser dîroka Dêrikê 2 pirtûkên nû

Dîroknas û nivîskar Behcet Hesen Ehmed 2 pirtûkên bi zimanê erebî ku li ser bûyerên girîng ên dîrokî û nûjen ên Dêrikê ve, weşandin.

Li ser dîroka Dêrikê 2 pirtûkên nû
Li ser dîroka Dêrikê 2 pirtûkên nû
23 ÇILE, 2019   09:18

ÎSAM ABDULLAH-NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Nivîskar û dîroknas Behcet Hesen Ehmed 2 pirtûkên bi zimanê erebî ku tê de qala bûyerên herî giring ên dîrokî û nûjen ên Dêrikê kirine, weşandin.  Navê pirtûkan 'El-Medxel île Terîx Dêrik El-Hedîs (Deriyê Têketina Dîroka Dêrikê ya Nûjen)' û 'El-Mesûaa El-Şamîle lîtarîx Dêrik El-Qedîm û Quraha (Ansîklopediya Dîroka Dêrikê ya Kevnar û Gundên Wê) ne. Nivîskar bi her du pirtûkan di dirêjiya dîroka Dêrikê de bûyerên girîng belge kirine. Nivîskar belge û çavkaniyên dîrokî yên biyanî û erebî, arşîvên şandeyên şûnwaran ên herêma Dêrikê û nêrînên kesên temenmezin, di amadekirina her du pirtûkan de wek çavkanî bi kar anîne.

Ehmed di her du pirtûkan de qala giringtirîn rêwiyên ewropî û misilmanan dike. Mînak, qala qralên kevn û bajarên girîng ên wekî bajarê Ozxîno yê Hûriyan dike. Şûnwarên Ozxîno dikevin rojavayê Dêrikê li ser çemê El-Sefan nêzî gundê Girê Fira. Ev gund ji aliyê gelê Hûrî ku Kurd wan wek pêşiyên xwe dibînin, hatiye avakirin. Bajarê Îl Man li gorî nivîsên li ser tabloyeke ji kevir ku li gundê Borze hatiye dîtin û li muzexaneya Şamê ye, di serdema dewleta Aşûrî de peytexta herêmê bû. Her wiha bajarê Îl Man li şûna gundê Borze yê niha ku 3 km ji Dêrikê dûr e. Her wiha bajarê Bazbidî peytexta mîrgeha Bêt Zibdî ya Suryanî ye û bi 17 km ji Dêrikê dûr e.

Ji girîngtirîn bûyerên dîrokî ku di pirtûkê de hatine vegotin, di sala 1933`yan de Dêrik li gorî biryara 1414’an a desthilatdariya Fransayê di 18`ê Tîrmehê de kirin bajarok. Di sala 1936`an de navê wê bûye Qayîm Meqamiya El-Dicle.

Di sala 1938`an de navenda herêma Eyn Dîwerê ji bo Dêrikê hate veguhestin û di sala 1957`an de navê wê kirin erebî û bûye El-Malîkiye.

Di sala 1930’an de hejmara niştecihên wê derdora 900 kesan bû. Di sala 1970`yan de hejmara niştecihên wê bilind bû û 7 hezar kes derbas kirin. Di serjimara 2004`an de hejmara niştecihên Dêrikê derdora 26 hezar û 311 kes bû. Tê texmînkirin ku hejmara şêniyan di sala 2010`an de gihaşt 73 hezar kesan. Derdora 18 parkên giştî, mizgeft, dêr, nexweşxaneyek kevn û nexweşxaneyeke nû ku yek ji mezintirîn nexweşxaneyên Hesekê tê hesibandin, li Dêrikê hene.

Ehmed li ser pirtûkên xwe axivî û wiha got: “Min ji bo dariştina pirtûka El-Medxel île terîx Dêrik El-Hedîs belge, çavkaniyên dîrokî yên biyanî û erebî, nameyên rojhilatnasan ên girêdayî herêmê tevî wêneyên belgekirî girêdayî qonaxên dîrokî yên bajêr wek lêveger û çavkanî bi kar anîne.”

Ehmed diyar kir ku di nivîsandina pirtûka El-Mesûaa El-Şamîle lîtarîx Dêrik El-Qedîm û Quraha de jî belgeyên dîroka navçeyên Çilaxa û Til Koçerê bi rêbazeke akedemîk bi rêya jêder û çavkaniyan bi kar aniye.

Dîroknas û nivîskar Behcet Hesen Ehmed destnîşan kir ku herêma Dêrikê ji kevntirîn herêman e û xwedî dîrokeke kevnar e. Ehmed di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Armanca min ji nivîsandina her du pirtûkan ew e ku şêniyên herêmê dîroka herêma xwe nas bikin.”

(şx/bm)

ANHA