‘Yekitiya kurdî dê hemû planên dewleta Tirk têk bibe’

Sekretêrê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necim El-Dîn Mele Emer teqez kir ku divê yekitiya kurdî dûrî nakokiyên partiyan were avakirin, her wiha li hember hemû planên dewleta Tirk a dagirker ku gefan li dijî hebûna gelê Kurd dixwe, were sekinandin.

‘Yekitiya kurdî dê hemû planên dewleta Tirk têk bibe’
22 ÇILE, 2019   13:23

QAMIŞLO

Bi însiyatîfa Desteya Rêveber a KNK-Rojava bi armanca avakirina yekitiya niştîmanî ya kurdî li dijî metirsiyên li ser hebûna gelê Kurd li Rojava, komîteyek ji 5 endamên KNK-Rojava ji bo danûstandina bi partiyên siyasî yên kurdî re, hat avakirin.

Komîteya KNK-Rojava ji Şêx Sînan Ehmed, Dîlwir Zenkî, Taz Başa, endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Abdulkerîm Emer, Deriya Remedan û mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Ilyas pêk tê.

Îro komîteyê bi armanca nîqaşkirina avakirina yekitiya niştîmanî ya kurdî, serdana buroya Partiya Komunîst a Kurdistanî li bajarê Qamişlo kir. Komîte ji aliyê sekreterê giştî yê partiyê Necim El-Dîn Mele Emer, gerînendeyê buroya partiyê ya Amûdê û endamê desteya rêveber a partiyê Êzdîn Sebrî ve hat pêşwazîkirin.

Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî pêk hat.

Sekretêrê giştî yê partiyê Necim El-Dîn Mele Emer der barê însiyatîfa KNK`ê ya ji bo yekitiya partiyên siyasî de ji ajansa me re axivî. Mele Emer destnîşan kir ku însiyatîfa KNK`ê ji bo yekitiya partiyên siyasî pêngaveke pîroz e, ji ber wê destek didin vê pêngavê, alîkariya wê dikin û wiha anî ziman: "Em bi hemû hêza xwe ji bo serkeftina vê însiyatîfê dixebitin. Em hêvî dikin ku partiyên me destkefiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."

Her wiha Mele Emer teqez kir ku nîqaşên di navbera komîteyê û partiyên siyasî de çêbûne, erênî ne û bi navê partiyên xwe ji komîtyê re diyar kirin ku ew ê destekê bidin vê însiyatîfê da ku bi ser bikevin.

Necim El-Edîn Mele Emer bang li partiyên siyasî yên kurdî kir ku bi lez yekitiya xwe ava bikin, hemû berjewendiyên partiyan û kesayetan bidin aliyekî û hemû girîngiyê bidin lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê. Her wiha teqez kir ku yekitî mîsogeriya ku hemû planên dewleta Tirk a dagirker li dijî çarenûs û hebûna gelê Kurd têk bibe. Mele Emer di dawiyê de diyar kir ku dijminên gelê Kurd ne partiyeke siyasî dikin hedef, lê belê tevahî gelê Kurdistanê dikin hedef. 

Komîteya KNK-Rojava serdanên xwe li partiyên kurdî yên siyasî didomîne.

(bx)

ANHA