Li Reqayê 8’emîn gora komî hate dîtin

Tîma Destwerdanên Destpêkê ya Komîteya Jinûveavakirinê ya Reqayê 8’emîn gora komî ya ku bi sedan cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê û sivîlan tê de, dît.

Li Reqayê 8’emîn gora komî hate dîtin
Li Reqayê 8’emîn gora komî hate dîtin
Li Reqayê 8’emîn gora komî hate dîtin
22 ÇILE, 2019   13:38

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Piştî ku tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Komîteya Jinûveavakirinê cenazeyên ji herêma El-Panorama derxistin, niha jî dest bi rakirina cenazeyan ji herêma El-Fexêxa kir.

Serokê tîmê Yasêr El-Xemîs di vê derbarê de wiha got: "Em îro li herêma El-Fexêxe ya bakurê ava Feratê di 20 donim erd de cenazeyan radikin. Em gelek zehmetiyan di rakirina cenazeyan de dikişînin. Ji ber ku alavên me tune ne, em wan bi destan derdixin.”

Li gor bijîkê tîma Destwerdana Destpêkê, hejmara cenazeyên ku di gora komî ya El-Fexêxê de, di navbera 600-800 cenazeyî de ye. Cenazeyên sivîlan ên ku tên derxistin, dema hatin nasîn, dê radestî malbatên wan bên kirin.

(bm)

ANHA