Komeleya Nadî El-Esir: Îşkenceyê li girtiyan dikin

Komeleya Nadî El-Esîr a Filistînê got ku hêzên taybet ên Îsraîlê êrîşî girtiyên filistînî yên di girtîgeha Ofer de kir û di encamê de zêdetirî 100 girtî birîndar bûn.

Komeleya Nadî El-Esir: Îşkenceyê li girtiyan dikin
22 ÇILE, 2019   13:21

XEZA

Komeleya Nadî El-Esîr a Filistînê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di girtîgeha Ofer de ji ber êrîşa hêzên girêdayî girtîgehên Îsraîlê ji seatên sibehê ve 100 girtî birîndar bûne. Hêzên zordest di êrîşa xwe de guleyên plastîk, bombeyên gazê, bombeyên deng, jop û kûçik bi kar anîne.”

Komeleya Nadî El-Esîr a Filistînê careke din bang li saziyên mafparê,z di serî de Selîb El-Ehmer Diwelî kir ku destwerdanê bikin da ku sînorekî ji êrîşên li girtiyên girtîgeha Ofer tê kirin re deynin.

Derdora hezar û 200 girtiyên Filîstînê li girtîgeha Ofer a nêzî bajarê Ramellah in.

(jo)

ANHA