Li Reqayê yekemîn dewreya Ekra Xweparastinê dest pê kir

Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî yekemîn dewreya perwerdeyê ya Hêzên Erka Xweparastinê li bajarê Reqayê bi merasîmekê da destpêkirin.

Li Reqayê yekemîn dewreya Ekra Xweparastinê dest pê kir
Li Reqayê yekemîn dewreya Ekra Xweparastinê dest pê kir
Li Reqayê yekemîn dewreya Ekra Xweparastinê dest pê kir
Li Reqayê yekemîn dewreya Ekra Xweparastinê dest pê kir
Li Reqayê yekemîn dewreya Ekra Xweparastinê dest pê kir
22 ÇILE, 2019   12:26

REQA

250 ciwanên Reqayê bi dilsozî û bi armanca parastina Reqa û sînorên wê ji êrîşên terorîst, tev li hêzên Erka Xweparastinê bûn.

Ev yekemîn dewreya perwerdeyê ye ku li bajarê Reqayê bi navê Şehîdên Hemleya Hecînê ku ji bo parastina xaka welatê xwe canê xwe feda kirine, dest pê dike.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib El-Derwîş, bi navê Rêveberiya Jinên Reqayê Zelîxa Ebdî, bi navê Komîteya Erka Xweparastinê hevserokê komîteyê Mehmûd Îsmaîl axivîn.  

Di axaftinan de vekirina dewreyê li hemû ciwanên ku tev li dewreyê bûne û li şêniyên Bakur û Rojhlatê Sûriyê pîroz kirin. Her wiha îşaret bi rola ciwanan di parastina şênî û sînorên welat de hat kirin.

Di dawiyê de ciwanên ku tev li dewreya perwerdeyê bûne, soz da û teqez kir ku ew ê heta dawiyê parastina herêmên xwe bikin û erka xwe li hember welatê xwe pêk bînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Ehmed El-Elî ku dewreya perwerdeyê bi navê wî dest pê kir, ji şêniyên bajarê Reqayê ye û di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûye.

(bx)

ANHA