‘Armanca “herêma ewle” ya Erdogan, dagirkirina herêmên ewle ye’

Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê dest pê kiriye, di roja 36’an de berdewam e. Partiyên siyasî yên ku tev li çalakiya konê mertalên zindî bûne, diyar kir ku armaca “herêma ewle” ya Tirkiyê dagirkirina herêmên wan ên ewle ne.

‘Armanca “herêma ewle” ya Erdogan, dagirkirina herêmên ewle ye’
‘Armanca “herêma ewle” ya Erdogan, dagirkirina herêmên ewle ye’
‘Armanca “herêma ewle” ya Erdogan, dagirkirina herêmên ewle ye’
‘Armanca “herêma ewle” ya Erdogan, dagirkirina herêmên ewle ye’
‘Armanca “herêma ewle” ya Erdogan, dagirkirina herêmên ewle ye’
22 ÇILE, 2019   12:06

KOBANÊ

Şêniyên Kobanê ev 36 roj e ku bi çalakiya mertalên zindî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê di nava berxwedanê de ne. Tevî sir û seqemê jî kal, pîr, ciwan, jin û mêr tev li konê mertalên zindî dibin û bertekan nîşanî gefên dewleta Tirk a dagirker didin.

Her wiha rojane sazî û dezgehên kontona Kobanê jî tev li çalakiyê dibin. Partiyên siyasî îro jî tev li çalakiyê bûn û nobet girtin.

Li ser navê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî, endamê buroya siyasî ya partiyê Gêlo Îsa axivî û wiha got: “Em di pêvajoyeke hesas re derbas didin. Her kes dixwaze welatê me dagir bike. Ev demek e Tirkiye û Amerîka dibêjin ew ê “herêma ewle” ava bikin. Lê em baş dizanin ku ew ê herêmên me yên ewle dagir bikin.”

Her wiha endama Meclisa PYD’ê ya kantona Kobanê Ayşe Efendî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên sala borî li ser Efrînê û wiha axivî: “Duh salvegera êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê bû. Dagirkeran li Efrînê zilm û zordarî li ser zarok, jin, mêr, kal û pîran kir. Rojane zarokan qetil dikin û jinan direvînin. Tevî van sûcan bila Erdogan nehizire ku dê Efrîn jê re bimîne. Ji ber ku hêza me ya siyasî ji êrîşên wî xurttir e.”

Ayşe Efendî silav li berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê kir.

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê yek ji rêveberên partiyê Mistefa Xelîl jî wiha axivî: “Em dizanin ku gelê me gelekî berxwedêr e û îradeya gelê me hemû êrîşan dişikîne. Dijminê me ji îradeya me ditirse. Lê tenê îrade têrê nake. Divê em hem xwe di aliyê siyasî, hem jî di aliyê leşkerî de bi pêş bixin. Di pêvajoya niha de, çawa ku leşkerek li dijî dijmin şer dike, divê em hemû jî li hember dijmin şer bikin, ta ku em bigihîjin azadiyê.”

Piştî axaftinan li ser rewşa siyasî nîqaş hatin kirin.

(sn- hk/bm)

ANHA